Diyarname
Di nav jiyana modern de diyet û diyetîsyenî cihek girîng digire. Di vê roja ku Roja Diyetisyenan e de werin em berê xwe bidin vê meseleyê.
Roja 6'ê pûşperê, yanê îro Roja Diyetisyenên Dinyayê ye. Armanca vê rojê ew e ku asta qelîteya jiyana mirovan bê bilindkirin, tenduristiya wan baş bibe û di vî warî de bibin xwedî agahî. Di vê rojê de emê jî hin agahiyan pêşkêşî we bikin:
DÎROKA DIYETÊ
- Zêdetir welatên pêşketî, piraniya welatan vê rojê pîroz dike.
- Di tabletên kevirîn ên Babilan de (Berî Zayînê 2500 sal) hatiye dîtin li ser têrkirineke baş a mirovan tiştên ku divê bêne kirin hatine dîtin.
- Hipokrat ku Berî Zayînê di salên 460-377'an de jiyaye gotiye "Dema hûn bikaribin bi diyetî mirovan baş bikin xwarina dermanan pêşniyar nekin".
- Tê gotin ku di sedsala 11'an de doktarekî çînî wisa gotiye, "Doktorê ku bi diyetê nexweşê/a xwe baş dike ji yê ku bi dermanan baş dike serketîtir e."
LI DYA'YÊ DEST PÊ KIRIYE
- Meseleya di bin çavdêriya doktor de başkirina bi diyetê bi awayê şiklê niha di sala 1899'an de li Amerîkayê dest pê kiriye. Di sala 1877'an de Komeleya Tibê ya Amerîkayê di bin banê xwe de Komîteya Diyetê ava kiriye û Sarah Tyson Rare kiriye berpirsa komîteyê. Ew bi xwe mamosteyê xwarinê bûye, lê wê her bi xwarinê tenduristiyê girtiye dest, bi vê pêş ketibûye loma ew hilbijartine. Wê demê her name jêre şandine û pirsên wekî mirov bi avê qelew dibin, di germê de mirov xwarinên bi goşt an mêwe bixwe hatine û wê jî bersiv dane.
- Di sala 1880 sê doktoran pêşriyarê Rorer kirine ku metbexeke diyetê ava bike û piştî wê demê li nexweşxaneyan metbexa diyetê hatiye çêkirin. Dûre pêdivî bi kesên di beşa diyetê de bixebitin derketiye holê û di sala 1899'an de pîşeyeke bi navê "Dîyetîsyenî" derketiye holê. Li ser vê pîşeyê danasîneke wisa kirine: "Diyetîsyen ew kes e ku der barê xwarin û têrkirinê de perwerdehî ditîye û dikare bi diyetê dermankirinê çêbike..
QURSA DIYETÊ
- Paşê ev pîşe her ku çûye pêş ve çûye. Li zanînehan li ser vê yekê ders hatine dayîn. Di Zanîngeha Tibê ya Amerîkayê de yekemîn car Zanîngeha John Hopkins li ser vê beşek ava kiriye. Sala 1903'yan de vê zanîngehê qursên ji bo 3 mehan ên diyetîsyenî vekirine. Şertek wisa danîne; Kesên werin vê qursê divê ji zanistên bingehîn yek xwendibe û temen bi ser 25'An de be. Yên ku ev qurs temam kirine ji wan re gotine dîyetîsyen. Wê demê komeleyeke diyetîsyenan tune bûye, di bin navê "Komeleya Aborîzanên Malbatê" de hatine ba hev.
ŞERÊ CÎHANÊ Û QÎMETA DIYETÊ
- Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn, disala 1917'an de 2 mîlyon û nîv mêr ji bo leşkeriyê girtine bin qeydê, lê dema li tenduristiyan wan mêze kiriye, dîtine ku sedî 41 bi wan re pirsgirêka têrkirina şaş heye û ew negirtine nav artêşê. DYA dema ketiye şer pêdivî bi kesên xurekê bikirin, yên vê xurekê vexêrin û serwîs bikin, yên xwarina leşkeran saz bikin, xwarina birîndaran tayîn bikin derketiye holê. Artêşê ji bo vê yekê 356 kesên di vî warî de formasyona wan heye girtine kar. Ji ber şer Komeleya Aborîzanên Malbatê wê salê civîna betal kiriye.
AVAKIRINA KOMELEYÊ
Du diyetîsyenên bi navê Lenna Cooper û Lulu Grave bi aramnca "niha hê zêdetir pêdivî bi agahdarkirina diyetîsyenan heye" banga konferansê kiriye û ev konferans bi beşdariya 98 kesî lidar ketiye. Wê çaxê, yanê sala 1917'an de Komeleya Diyetetîk a Amerîkayê ava kirine. Komeleyê yekemîn civîna xwe sala 1918'an de çêkiriye û beşa xizmeta diyetîsyenan ji bo 4 waran belav kiriye: 1- Diyatîsyenê dermankirinê, 2- Diyetîsyenên rêvbever, 3-Diyetîsyenên tenduristiya civakê, 4-Diyetîseynên Perwerdekar.
- Ev diyetîsyen di sala 1922'yan de dest bi perwerdehiya 4 salan dikin û di sala 1925'an de kovareke bi navê “Journal of American Dietetic Association” derdixin. Di sala 1930'yî de yekemîn car mêr dibin endamên vê komeleyê.
ŞERÊ CÎHANÊ YÊ 2'YEMÎN Û RD
- Sala 1939'an de dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn li dar dikeve qîmeta diyetîsyenan dîsa zêde dibe û 1300 digiri nava artêşê.
- Di sala 1969'an de ji bo kesek bibe diyetîsyen divê şertê RD (Registered Dietitian) pêre hebe. i bo RD'yê jî divê ji komeleyê erêkirinê bigirin û salek di saziyeke de xebitîbin.
LI WELATÊN DIN REWŞA KOMELEYÊ
- Paşê li welatên din jî komele ava dikin. Sala wan wisa ye:
Swêd (1921), Danîmarka (1923), Japonya (1926), Kanada (1933), Îngilistan (1936), Hollanda (1941), Swîsre (1942), Zelandaya Nû (1943), Norwec (1948), Fransa (1954, Avusturya (1955), Almanya (1957), Îrlanda (1960).
LI TIRKIYEYÊ KOMELE
Li Tirkiyeyê di sala 1969'an de yekemîn car TDD (Turkiye Diyetisyenler Dernegi-Komeleya Diyetiskarên Tirkiyeyê) ava dibe. Ev komele di sala 1970'yî de bi navê "Beslenme ve Diyet" kovareke derdixe.
LI NAV KURDAN
Li nav kurdan heta niha komeleyeke diyetîsyenan nehatiye avakirin. Di van demên dawî de yek bi yek wekî doktorên kurd ên diyetîsyen jî derdikevin holê. Piraniya kal û pîrên kurdan qelew in, pêdiviya piraniya ji wan bi diyetê heye, lê di vî warî de fikrek berfireh hê pêş neketiye. Ev yek dibe sedema gelek nexweşiyan jî.
REWŞA ÎRO
- Îro li dinyaya pêşketî ev mesele zêde derketiye pêş. Piranî dikin ku bi xwarinê, şiklê xwarinê mirovan baş bikin. Di vî warî de yên ku zêde senrketî ne jî hene. Yên ku tenê bi ser perwerdehiya girtine re li meseleyê dinêrin jî hene, yên ku ev şiklê başkirina mirovan pêş ve birine jî hene.
- Tiştên di vî warî de her kes li hev dike ew e ku diyet di nav jiyana mirovan de cihek muhîm digire.
Em wekî Diyarname "Roja Diyetîsyenan a Dinyayê" pîroz dikin û sipasiya wan dikin ku kedê didin mirovan.