Diyarname
Hiqûqzanê Zagona Bingehîn Prof. Dr. Ergun Ozbudun di 86 saliya xwe de îro canê xwe ji dest da. Jina wî Serap Yazici Ozbudun ku di heman demê de mebûsa Gelecek Partisi ya Antalyayê ye bi ser X'ê re agahiya mirina wî ragihand.
Cenazeyê Ozbudun îro piştî nimêca nîvro ji Kocatepe Cami ya Enqereyê dê bibin li Goristana Karşiyakayê defin bikin.
Ozbudun kî ye?
Prof. Dr. Ergun Ozbudun di sala 1937’an de li Enqereyê hatiye dinê. Lîsans û doktoraya xwe li Zanîgeha Enqereyê Fakulteya Hiqûqê temam kiriye.
Wî li zanîngehên wekî Chicago, Harvard, Princeton, Columbia, Georgetown û Parîs Sorbonneyê ders dane.
Di navbera salên 1989-93'yan de endamtiya CPT'ê (Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê) kiriye.
Ozbudun li Zanîngeha Bîlkentê li ser hiqûqa zagona bingehîn û jiyana siyasî ya tirk ders dane.
Di sala 2007'an de pêşnûmaya Zagona Bingehîn ku AKP'ê navê "zagona bingehîn a sivîl" lê kiribû hat amade kirin. Ozbudun serokê vê koma ku ev pêşnûma amade kiribû, bû. Jina wî Serap Yazici Ozbudun jî di nav komê de bû.
Ji sala 1990'î ve ew endamê Bi Rêya Hiqûqê Demokrasî ya Konseya Ewropayê bû.
PIRTÛKÊN WÎ
'Hiqûqa Zagona Bingehîn a Tirk', '1921, Zagona Bingehîn', 'Li Tirkiyeyê Pêvajoya Demokrasiyê', 'Qeyrana Zagona Bingehîn a Tirkiyeyê', 'Rejimên Otorîter, Demokrasiyên bi şiklê hilbijartinê û Tirkiye' jî têde wî gelek pirtûk nivîsandibûn. Gelek gotarên wî bi tirkî û îngilîzî hatine weşandin.


