Diyarname
15 baroyên bajarên kurdan êrîşên li hemberî kurdan ên ku vê hefteyê pêk hatin şermezar kirin.
Di nav hefteyeke de sê êrîş li hemberî kurdan hatin kirin. Li Afyona Tirkiyeyê di êrîşê de 7 kurd birîndar bûn. Li Enqereyê 2 jê bi giranî 4 kurd birîndar bûn û îro (21'ê mehê) li Konyayê komek dor 60 kesî êrîşê kurdan kir û kurdekî (Bi navê Hakim Dal) kuştin.
Li ser vê yekê vê êvarê 15 baroyên li bajarên kurdan daxuyaniyeke nivîskî weşandin û êrîş şermezar kirin. Baroyên Amed, Agirî, Batman, Bedlîs, Culemêrg, Çewlig, Dêrsim, Mêrdîn, Mûş, Riha, Qers, Semsûr, Sêrt, Şirnex, Wan bi hev re daxuyanî belav kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gor agahiyên li çapemeniyê ji ber nasnameya kurdî û bikaranîna kurdî ew rastî êrîşê hatine. Baroyan got ku ew van êrîşên nijadperest şermezar dikin, bang dikin ku dest ji hemû daxuyaniyên dibin sedema êrîşa li hemberî nasname û zimanê kurdî berdin. Baroyan got ku divê zûtir demê de bûyer ji her alî ve bê lêkolînkirin.