Kobanî
Desteya Jinan a Bajarê Hesekê bi armanca pêşkêşkirina piştgiriya derûnî û perwerdeyî ji bo zarokan, alîkariya malbatên wan û dabînkirina rewşeke ewle ji bo zarokan, li bajarê Kobanî navendeke nexweşiya otîzmê hat vekirin. Navend bi navê "Navenda Çirûska Hêviyê ya ji bo Gihandina Nexweşên Otîzmê" hat vekirin.
Merasîma vekirinê bi amadebûna zarokên nexweş û malbatên wan, nûnerên Desteya Jinan û saziyên jinan pêk hat.
Di merasîmê de Seroka Desteya Jinan a Bajarê Kobanî Macida Hesûn axivî û got: “Bi armanca tedawiya pêwîst ji bo zarokên otîzmê û alîkariya bi malbatên wan re, me ev navend bi piştgiriya Rêveberiya Xweser û çavdêriya Desteya Jinan vekir. Tevî hebûna astengiyan, rewşa herêmê em bi israr bûn ku vê gavê biavêjin. Ev navend ji bo dabînkirina rewşeke ewle û qadeke taybet bi zarokan, pêşxistina derûniya nexweşên otîzmê hatiye vekirin.”
Seroka Desteya Jinan a Bajarê Kobanî eşkere kir ku li ser asta Kobanî, heta niha rewşa 60 zarokên nexweşên otîzmê hatiye piştrastkirin û ev lê zêde kir: “Ev navend bi saya 14 salên berxwedan û têkoşînê, berdêlên ku şehîdan dane, hat vekirin.”
Navenda Çirûska Hêviyê li Kobanî yekemîn navenda zarokên nexweşên otîzmê ye.
ANHA



