ZANA SEYDÎ
Di mîhrîcana şanoyê ya “Arîn keziyên aştiyê ye” de ku di 20`ê Mijdara borî de li bajarê Kobanî hate lidarxistin, ajansa me hevpeyvîn bi nivîskar û derhênerê sînema û şanoyê Muhyedîn Erselan re têkildarî rewşa şanoyê li Rojava, çêkir.
Mîhrîcana yekemîn a şanoyê li kantona Kobanî bi navê "Arîn keziyên aştiyê ye" li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê hate lidarxistin. Ji bajarên Heleb, Reqa, Minbic, Tebqa, Şehba û Kobanî komên şanoyê beşdar bûn û mîhrîcan 7 rojan dewan kir. Gel bi awayekî zêde berê xwe dida mîhrîcanê.
ŞANOYA KURDÎ BERÊ QEDEXE BÛ
Têkildarî xebatên şanoyê li Rojava, Erselan wiha got: "Heke mirov rewşa şanoyê bi salên berê re bidin ber hev, em ê bibînin ku şano bûye ji hunerên sereke li herêmê. Berî çend salan dema ku herêm di bin serweriya hikumeta Şamê de bû, şano yan jî hunerên din ên bi rengên kurdî qedexe bûn. Şano tenê her sal li ser Dika Newrozê dihatin pêşkêşkirin. Lê îro em behsa mîhrîcanên şanoyê dikin. Em dizanin ku di şoreşa Rojava de di warê şanoyê de gavên mezin hatin avêtin."
Erselan dibêje, "Mirov dikare bibêje ku şano li Rojava wekî zarokekî biçûk e û pêwîstiya bi lênihêrandinê heye" û wiha didomîne: "Divê piştgirî û destekdayîn ji şanoyê re were dayîn û werin hembêzkirin ku ji piraniya gelên cîhanê re bûye tiştekî normal. Ew fêrî vê yekê bûne lê li Rojava şano hunereke nû ye."
LI ROJAVA MÎHRÎCANÊN ŞANOYÊ
Di sala 2014`an de li kantona Efrînê ya dagirkirî yekemîn mîhrîcana şanoyê bi navê "Mîtan" li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin.
Li herêma Cizîrê jî di adara 2021'ê de Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol bi diruşma "Qîrîna Waşûkanî" bi beşdarbûna 9 komên şanoyêli dar ket. Mîhrîcan bûye kevneşopeke salane.
‘ŞANO ÊŞA CIVAKÊ ÎFADE DIKE’
Muhyedîn Erselan îşaret bi rola şanoyê kir û wiha axivî: "Heke mirov behsa şano û rola wê ya mezin bike, girîngiyeke mezin a vê hunerê heye. Li gelek welatên cîhanê êşa civakê îfade dike û nûneriya dozên wê dike. Lê li herêmên me şano vê rolê pêk nayne. Ev jî nayê wateya ku sûda wê tune ye. Lê belê ez behsa zehmetî û astengiyên ku dibin sedem û dihêlin giranî di pêkanîna gavên mezin di şanoyê de were kirin, dikim. Mînaka wê tunebûna nivîskarên şanoyê yên kurd in. Her wiha kesayetên ku destekê bidin şanoya kurdî, tune ne."
Têkildarî zehmetiyên din ku rastî şanoyê li Rojava tên, Erselan ev tişt anî ziman: "Pirgirêkek heye divê mirov behsa wê bike. Ew di hemû huneran de heye, nexasim di şanoyê de. Kêmbûna pisporên di vî warî de. Ev yek girêdayî rewşa herêmê ya ku di nava salan de hatiye paşguhkirin. Lê avakirina kesayetên pispor di hunerê de, mîhrîcanên ku salane têne lidarxistin, hene. Ev yek jî bandoreke mezin li avakirina kesayetên afirîner di warê şanoyê de û veguhastina pisporiya hunerî dike."
‘BI HEZARAN ÇÎROKÊN ŞANOYÊ’
Muhyedîn Erselan diyar kir ku şanoya kurdî xwedî şanseke mezin e û ev tişt anî ziman: “Bi rastî ez bêjim ku şansê me heye, ji ber ku em di vê erdnîgariyê de dijîn. Welatê me xwedî çand û dîrokeke pir kevnar e. Em bi vê yekê ji gelên din cuda ne. Em dikarin bi hezeran çîrokên têkildarî jiyana li ser vê erdnîgariyê zengîn, çand û şaristaniyan ku li ser hatine kirin, çêkin. Heke mirov piçekî lêkolîn bike û balê bide hin şanoyên cîhanî û çîrokên wan, em ê bibînin ku ew ji vir hatine girtin, ji dergûşa şaristaniya mirovahiyê, ji Kevana Zêrîn. "Dem hatiye ku ev çîrok li ser dika şanoyê werin pêşkêşkirin û nifş zengîniya çanda kurdî nas bikin. Gelê me yê kurd ji şanoyê hez dike û me ev yek di mîhrîcanan de dît."
Muhyedîn Erselan piştrast kir ku cîhanê bi rêya berxwedana leşkerî şoreşa Rojava nas kir û diyar kir ku divê ev şoreşa pîroz di aliyê çandî de ji cîhanê were pênasekirin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em gelekî kevnar in. Divê em vê yekê ji cîhanê re îsbat bikin. Ez texmîn dikim ku şano dê roleke mezin di vî warî de bilîze."
ANHA
Muhyedîn Erselan dibêje, "Berî çend salan dema ku herêm di bin serweriya hikumeta Şamê de bû, şano yan jî hunerên din ên bi rengên kurdî qedexe bûn."


