Cemil Oguz
Di salek di 3 weşanxaneyên kurdî gav avêtin nav weşangeriyê. Ji wan Pall weşanê pirtûk derxistin jî. Yên din niha dê dest pê bikin. Di dema ku hem li nav kurdan û li gelek welatên dinyayê rewş her diçe giran dibe de ev weşanxane dê çawa bikaribin weşana xwe bidomînin? Me xwest em guh bidin wan.
Di dema ku weşanxaneyên kurdî êdî nikaribin bi hejmarek zêde pirtûkan çap bikin, hema bêje serê her pirtûkî 50-100 hebî çap dikin de dê ev weşanxane çi bikin, çawa bikin?
Weşanxaneyên em qal dikin yek jê Weşanxaneya Pall e. Di nav ev 3 hebên em qal dikin de ya herî pêşî ew e û dest bi çapkirina pirtûkan kiriye jî. Dûre weşanxaneya Bêjing û Weşanxaneya Zîz tê.
Ji vê nûçeyê me dil hebû her sê weşanxaneyan bi xwendevanên Diyarnameyê, bi hezkirên pirtûkên kurdî bidin nasîn. Armanc ew bû em xebat û tiştên ku dê bikin derxin û ew bêne nasîn. Du pirsên me hebûn. Ji wan li ser navê Pall Weşanê Înan Eroglu bersiv şand. Li ser navê Bêjing Weşanê Qadîr Stêra bersiv şandin. Lê Weşanxaneya Zîzê bersivek ecêb da.
Di bersiva şandine de gotine ku me di hevpeyvîna bi malperek re kirine de me her tişt vegotiye û ev yek lê zêde kirine, "Ji xeynî we çar malperên din jî pirs şandine ji bo hevpeyvînê û pirsên wan jî heman pirs in. Heke em bersiv bidin yekê nedin yên din ne xweş e." Bersivek ecêb bû. Yanê emê agahiyên li ser weşanxaneyek herin ji nûçeyeke/hevpeyvîneke hatiye weşandin bigirin? Min bi kurtahî bersiv da; "Ger em ji weşana ku we hevpeyvîn daye agahiyan bigirin jixwe ne hewce ye em ji we bipirsin; emê raste rast ji wir bigirin û çavkanî wan nîşan bidin" û tiştek din jî ev e; Ger mesele wisa be çima li dinyayê ew qas kanal, radyo, rojname hene, bila yek tenê heba, hema her kesî agahî bida wir û bes. Dîsa, em bibêjin sibê Weşanxaneya Zîzê pirtûkek derxist, agahî ji weşanek re şand dê bêjin "Bila li vir tenê nûçeya me derê, bes e"? Ger fikra wan ev be, temam. Û li ser pirsa din jî gotine, "Li hêla din biryara weşanxaneyê ew e ku li ser pirsa 'hûnê çi û çawa bikin' qetiyen neaxive. Ji ber ku li ser axivînê wêdetir weşanxane dixwaze wan pêk bîne, pratîze bike û kesên bersiva vê meraq dikin di nava vê pratîkê de bersiva xwe bibînin." Li gor bersiva yekem ev bersiv hinek maqûl dixuye, lê li dinyayê rewş ew e ku dema saziyek dest bi kar dike qal dike ku dê çi çawa bike. Axir tercih ê wan e.
PIRSÊN MIN
Wekî min got, du pirsên min hebûn. Pirsa yekem "Xeta we ya weşanê dê çawa be? Hûnê giranî bidin ser çi, kîjan beşê?" Û pirsa diduyan jî "Di dema ku pirtûk nayên firotin û xwendin de, di dema ku êdî 50-100 heb pirtûk têne çapkirin de vekirina weşanxaneyeke ne karekî zehmet e? Hûnê çi bikin, çawa bikin?" bûn. Bêyî bersiva wan kurt bikim, bêyî dest bidimê bersivan diweşînim. Bi hêviya ku dê her serketî bin.
***
BERSIVÊN WEŞANXANEYAN
Înan Eroglu: Em dixwazin berhemên edebî, dîrokî û fikrî biweşînin
1-
Em bêhtir hez dikin berhemên edebî, dîrokî û fikrî biweşînin. Lê bo niha hem ji ber ku civata em jê hatine û em tê de ne bêhtir edebî ye û hem ji ber ku berhemên derveyî edebiyatê zêde bo me nayên, giraniya me li ser edebiyatê ye. Hin projeyên me yên bo kitêbên fikrî hene ku em plan dikin di 2024'an de biweşînin, kitebên me yên berîkan jî dê di vê çarçoveyê de bin. Em gelekî dixwazin kitêbên dîrokê yên li ser jiyana rojane, pêkhênên wê jiyanê, hûrgiliyên objeyan, bêhtir mînor, bêhtir şexs li navendê, bêhtir li wan aliyan hûr bibe ku veşartî ye, nepen e, li quncikan e, rê pê neketiye. Ev jî piranî ji ber meraq û dînîtiya me ya edebî tê. Tiştên ku li vir hatine rêzkirin, %1ê wan tiştan e ku em dixwazin bikin. Jixwe xweşiya weşangeriyê jî ev e, tu sed tiştî xeyal dikî lê tenê dikarî tiştekî bikî. Ew tek tişta hatî kirin jî, bexteweriyeke zêde dide mirovî.
2-
Nexêr, ne zehmet e. Gelekî bi kêf û "eylencelî" ye. Em hejmaran zêde ji xwe re dikin problem. Eger em 100 nusxeyî ji xwe re bikin problem, nexwe 1000 nusxe jî problem e. Çimkî hezar jî pir kêm e, xelk bi deh hezaran çap dikin, em ê vê danin ku derê? Pall kitêbên heta niha û yên ku dê Îlonê biweşin, 250-300 nusxe çap kirine û tu carî ji ber vê hejmarê fedî nekiriye, eşkere li her derê gotiye. Destpêkê me ji xwe re gotibû em dê 100 nusxe çap bikin û her wiha bi awayê elektronîk bifiroşin, dûre me hejmar zêde kir, em dixwazin hê zêdetir bikin bo kitêbên dahatî, meselen 1000 nusxe (û jixwe ku em bizanin kitêbek dê 1000 nusxe bê firotin, em dê çap bikin helbet). Lê jixwe her cara ku kitêb xilas bibin em dikarin dîsa hin nusxeyan çap bikin, ev bo me ne problem e. Pall amade ye ku xwe li gor her rewşê adapte bike, li gor rewşê dikare bi carekê re dev ji çapkirinê berde û bi temamî derbasî dîjîtalê jî bibe. Ji bo me a muhim ew e ku berhem bigihîje xwînerên xwe, ev bi awayê A be, an B be, an C be, zêde ne xem e û ferq nake. Em dê çi bikin? Em dê dewam bikin helbet, me hê nû dest pê kiriye. Bi pereyekî pir kêm me dest pê kir (hê jî pereyê me kêm e a rastî), di demeke wisa de ku piraniya derdorê digot "tu dîn î?" Erê, em dîn in û heta ku heta ber qirikê em nekevin bin deynan em dev jê bernadin. Tiştekî ku Pall ji dest bide nîn e, ji ber ku ne ofîsa wê heye, ne depoya wê heye, ne xebatkarên wê yên daîmî hene. Lê tiştên ku bi dest bixin gelek in, ev hêvî û xeyal û rihê amator têra xwe me motîve dike.
***
Qadîr Stêra: Emê giranî bidin ser wergerê
1-
Em dikarin bêjin ku emê giraniyê bidin ser wergerê. Ji aniha de, em li rêyekê digerin bê ka em çawa têkîliyê bi nivîskarên cihanî re deynin û berhemên wan wergerînin kurdî. Em di vê baweriyê de ne ku çiqasî berhem wergerin zimanê kurdî an jî ji zimanê kurdî em berheman wergerînin zimanê din ê cîhanê, dê wêje geştir bibe. Ji bilî wergerê armanca me ew e ku em helbestvan, çîroknûs, romannûsên nû bidin naskirin. Ji aniha ve hin berhem, ji me re hatine. Ji van berheman dudo jê dosyayên helbestvan, nivîskarekî kurdî hêja ye. Dê bêjing bi du berhemên vî nivîskarê hêja dest bi weşana xwe bike. Paşê roman dê werin çapkirin. Lê me kelecanî dike werger e. Ji bilî vê nivîskarên me yên li sirgûnê piştgiriyê didin me û dixwazin berhemên xwe bişînin ji me re. Em malî avahiya wan dikin. Xeta me ya sereke ew e ku em berheman li Bêjinga xwe bixin, berhemên paqij bineqînin. Bêjing, dê projeyên nû ava bike. Armancek me ya mezin heye ku di pêşerojê de, gava berhemên me pir bûn, em panelan, li ser wêjeyê semîneran li dar bixin. Em dixwazin nivîskarên kurd, piştgiriyê bidin me û li ber nivîskarên ciwan rêyekê xweş û pak vekin. A din wekî me di serî de got. Herî zahf emê berê xwe bidine wergerê. Wergerên me wê herî pir jî, ji nivîskarên ewropayî be. Aniha me tekîlî bi nivîskarekî biyanî re daniye û hinek beşên romanek wî hatiye wergerandin. Wê di pêşerojê de, Bêjing surprîzên xweş bike. Me hemû karên fermî xelas kirine aniha em li ser amadekariya logoyê dixebitin. Ji aliyekî jî, berhemên ku ji me re hatine dinirxînin. Qadroya me aniha ji du kesan pêk tê. Wergêrek me heye. Dê helbet di pêşerojê de, edîtorên me zêde bike. Xeta me ya wêjeyê wê li ser esasên wêjeya civaka xwezayî ava bibe. Deriyê me Bêjingê, ji helbestvanan re ji nîvîskaran re û ji wergêran re vekiriye.
2-
Ji bo çi pirtûk nayên firotin, em dikarîn bêjin ku ev serdemeke xirab e. Xwendin kêm bûye; lê helbet dê ev jî derbas bibe. Cihan hertim, wekî xwe namîne. Îro ro Şerê Cihanê yê Sêyemîn didome. Qrîza aboriyê, qrîzên bi rih ve girêdayî ev şer û pevçûn li ser kêfxweşiya mirovan tesîrê dike. Kêfxweşî çiqasî kêm be, çiqasî aborî kêm be dê mirov bi halê xwe dakevin. Em dikarîn bêjin ku zengînbûn çiqasî zêde be, şerê li cihanê didome bisekine, kurd bigihên heqê xwe, helbet wê ev tiştên erênî ku ez dibêjim wê tesîrek erênî li ser xwendinê bike, wê berhem bêhtir bên firotin. Yanî her ku kapîtalîzm kêm bibe, dê wêje jî, bigihê heqê xwe. Lê em aniha dibînin ku qedrê wejeya li ser rêya rast ava dibe, nayê zanîn. Wê ajîtasyonê bikin, çend peyvan bînin ber hevdû û bêjin a ji we re wêje. Lê wêje ne ev e, Ka berhema te çi li te zêde kir, çi li civakê zêde kir? Wêjevan çiqasî xwe ji civakê hîs bikin, çiqasî nêzî civakê bin helbet wê wêje jî geş bibe. Em bêjin îro ro ji berhemekî 150 pirtûk têne çapkirin û dîsa jî nayên firotin gerek ev motivasyona meriv xera neke. Gava (Oguz Atay- Tutunamanlar) dinivîse ma ew qasî dihat xwendin? Na. Ma ne ev jî bi demê re eleqedar e. Em binivîsin, 150 pirtûk be, 200 pirtûk be çi be jî bila bêne çapkirin. Helbet roj ne îro tenê ye. Çar rojên din, welatê me azad bibe, dê xwendin jî zêde bibe. A baş danasîna pirtûkan zêde bibe. Em jî, di nav de, em wextê xwe pir di, medyaya civakî de derbas dikin, wekî berê zêde naxwînin. Em xwe rexne bikin û wextê xwe yê di medyaya civakî de kêm bikin wê xwendin jî zêde bibe. Wê qaosên me jî kêm bibin. Ji ber ku xwendin, hişê meriv dide ser hevdû. Wekî gotinên din, em dikarin bêjin ku di van demên dawî de, meriv ji xwe aciz bûne, ji jiyanê aciz bûne herî pir bejewendiyên şexsî derketine pêş. Qrîza aborî, bandora xwe li ser buhaya pirtûkan kiriye. Divê maliyeta çapkirina pirtûkan kêm bibe û pirtûk bi buha neyên firotin. Armanca me dê bi maliyetek kêm çapkirina pirtûkan be. Li welatên Ewropa bextewarî heye, aboriya wan baş e; lê li Rojhilata Navîn, ev ne wîsa ye. Nava pir tiştan hatiye valakirin. Berê şaredariyên me hebûn pir caran bernameyên wêjeyê çêdikirin, festîval li dar dixistin, ev bernameyên han jî, tesîrek erênî li ser wêjeyê dikir; lê Qeyyum hatin, bela xwe li çandê jî dan, li ser hestiyên me festîvalên genî li dar xistin. A girîng ku em wekî weşanxaneyek nûzayî van lîstikên wan vala derxin û wêjeya li ser şopa heqîqetê ava bikin e.
***
Ji bo têkilî:
- Pall Weşan: info@pallwesan.com
- Bêjing Weşan: wesanenbejing@gmail.com
********
DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA TE BIKIŞÎNIN (Sernavê bitikîne):
- Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e
- Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî?
- Îdîayeke balkêş: Ev welat dixwaze navê xwe biguherîne
- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye
- Piştî şer yekem hejmara Playboy derket
- Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê
Hesabên Diyarnameyê
- youtube.com/diyarnamediyarname
Ji bo têkilî:
diyarname@diyarname.com