logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Girtiyê nexweş Şakîr Turan canê xwe ji dest da

  • Dîrok: 30/08/2023
  • Beş: Nûçe

AMED

Girtiyê nexweş Şakîr Turan ê 70 salî ku li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê dihat ragirtin, jiyana xwe ji dest da. Peyama Turan a dawî ev bû: “Ez serbilind im, min gavek jî paşve neavêt.” 

Ji bo girtiyê nexweş Şakîr Turan ku li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê dihat ragirtin teşhîsa penceşêra qirikê hatibû kirin û di nava 4 mehan de 23 kîloyan zeîf bû. Bi îdiaya “Alîkarî daye rêxistinê”, 6 sal cezayê hefsê li Turan ê 70 salî hatibû birîn. Turan ê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erzînganê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da. Zêdetirî hefteyeke bû li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin lê agahî bi malbata wî re nehatibûn parvekirin. Kurê Turan, Abdurrahman Turan da zanîn ku girtiyan agahî bi wan re parve kiriye û li ser vê yekê di 25’ê tebaxê de çûye Erzînganê lê destûr nehatiye dayîn ku bi bavê xwe re hevdîtinê bike. 

DESTÛR NEDAN MALBATÊ

Turan, got ku hewl dan li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucekê ya Zanîngeha Bînalî Yildirim a Erzînganê ji bijîşkan agahiyan bigirin lê kesekî agahî bi wî re parve nekirine. Bi domdarî Turan, ev tişt anî ziman: “Bi saya hewldanên parêzeran, min di 28’ê tebaxê de bavê xwe dît. Dema nû ketî girtîgehê 75 kîlo bû. Lê dema min dîtî ketibû 40 kîloyan. Nedikariya bimeşe, bi zor û zehmet diaxiviya. Bi kursiya biteker dihat û diçû. Nedikariya pêdiviyên xwe pêk bîne. Daxwaza me ya refekatçîtiyê jî qebûl nekirin. Destûr nedan.” 

TURAN: EZ SERBILIND IM

Turan, anî ziman ku bavê wî serê vê sibehê saet di 07.30’an de canê xwe ji dest daye û wiha dom kir: “Di hevdîtina dawî de bavê min xatir xwest. Li jêrzemîna nexweşxaneyê di odeyeke bi nêm de dihat ragirtin. Bi zor û zehmetî diaxiviya. Cihê lê dihat girtin pir xirab bû. 6-7 leşker li ser serê me bûn. Piyên wî mîna cemedê bûn. Min xwest goreya wî bikim piyê wî lê destûr nedan. Wekî ku bavê min niha dê bireve, wisa li ser serê me disekiniyan. Bavê min yek bi yek xatir xwe ji me tevan xwest. Ji me re got; ‘Baş li xwe mêze bikin. Bibin yek. Ez serbilind im û min gavek jî bi paş ve neavêt'.” 

CENAZE BIRIN ATK’Ê

Cenazeyê Turan rakirin morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Erzînganê û cenaze dê li navçeya Stewrê ya Mêrdînê bê definkirin.

BANG KIRIBÛ

Kurê Turan ê li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê dihat ragirtin di 8’ê tebaxê de bi ajansa me re axivî bû. Di axaftina xwe de diyar kir ku rewşa bavê wî roj bi roj xerabtir dibe û banga hestiyariyê kiribû. Abdurrahman Turan, hevdîtina li ser telefonê ya di 7’ê gelawêjê de bi bavê xwe re kiribû wiha vegotibû: “Rewşa wî gelek xirab e, nikare nefesê bigire û bide. Dengê wî pir kêm dihat. Got ku dema nefesê dide û distîne xwîn ji qirika wî tê. Dibin revîra girtîgehê lê tenê derziya êşbirê didin û dîsa dişînin. Nahêlin biçe nexweşxaneyê. Ji ber tenduristiya bavê min, gelek fikarên me hene. Divê tavilê bê tedawîkirin û berdan. Rewşa wî qet baş nîn e, em bifikar in. Banga min ji bo her kesî ew e ku bihestiyar tevbigerin.”  

OHD: DI 4 MEHAN DE 23 KÎLO DA

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê jî di 28’ê tîrmehê de çûbû serdanê û raporek amade kiribû. Di rapora xwe de wiha gotibû: “Girtî Şakîr Turan 70 salî ye û bi nexweşiya penceşêrê ketiye. Di nava 4 mehan de 23 kîloyan zeîf bûye. Ji ber nexweşiya wî divê xwarinên diyetê bidin wî lê nayên dayîn. Ji bo biçe endoskopiyê 2 mehan hatiye sekinandin, tedawiya wî nehatiye kirin, dengê wî êdî ketiye rewşeke wisa ku nayê bihîstin, nikare ji nav nivînên xwe derkeve. Malbata wî li Antalyayê dijî, 3 kur û 3 neviyên wî astengdar in lewma di hatine serdanan de zehmetî tên kişandin. Ji ber vê yekê xwestiye sewqî Antalyayê were kirn lê ev daxwaza wî nehatiye qebûlkirn. Tevî rewşa wî ya giran jî înfaza wî nehatiye taloqkirin.” 

SERLÊDAN HATE BETALKIRIN 

Kurê Turan, Abdurrahman Turan di adara 2023’yan de serî li Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû da. Gergerlîoglû jî bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Bekir Bozdag bibersivîne pirsiyarnameyek da Meclisê. Lê ev pirsiyarnameyek bi hinceta “serdema qanûndanînê bi dawî bûye lewma hatiye betalkirin” û tu kirarî nehatin kirin. 

MA

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Panela ser ziman: ‘Gerek em di neynikê de li xwe binêrin!

ad

Salman Ruşdî ji PEN'a Amerîkayê xelat girt

ad

Vaye navên kesên ketine greva birçîbûnê

ad

Piştî 76 salan ‘Letîfe’ dîsa derket

ad

Kayûmê Wanê nehişt afîşên bi kurdî bêne daliqandin

ad

Çi pêdiviya Putin bi ajanseke nû hebû?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname