Diyarname
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha rezberê eşkere kir. Di nav bernameyê de lîstikên wan bixwe, stand-up û lîstikên mêvan hene.
Di nav bernameya Şanoya Bajêr a Amedê de vê carê zêdetir lîstikên mêvan hene. Di dawiya mehê de jî salon ji bo 8'emîn Festîvala Belgefîlman Fîlmamedê tê veqetandin.
Li aliyê din di nav lîstikên mêvan de ji Duhokê jî du lîstik hene. Lîstikên Şanoya Duhokê “Derwêş yan Gudu” û “Kulav û Peyk” serê mehê dê derkevin pêşberî şanohezên Amedê. Li aliyê din Şermola Performans 3 lîstikan pêşkêş dike.
Va ye hemû bername:
- 5 Rezber:
Derwêş yan Gudu / Şanoya Duhokê (Saet 19.30)
- 6 Rezber:
Kulav û Peyk / Şanoya Duhokê (Saet 19.30)
- 8 û 9 Rezber:
Dek u Dolabên Scapen (Saet 19.30)
- 20 Rezber:
Kêm / Şemola Performans (Saet 19.30)
- 21 Rezber:
Bûka Lekî / Şemola Performans (Saet 19.30)
- 22 Rezber:
Mem û Zîn / Şemola Performans (Saet 19.30)
- 23 û 24 Rezber:
Vik û Vala / Erdal Kaya / Stand-Up (Saet 20.00)
- Navbera 27 Rezber û 1'ê Kewçêrê:
8'emîn Festîvala Belgefîlman Fîlmamed, (Saet 19.30)"


