Diyarname
Dêrsim bi gotina Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Onur Oymen re dîsa ket rojê. Ka binêre di vî warî de rapor çi dibêjin...
Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Onur Oymen piştî ku gotina "Di dema Dêrsimê de jî hêstirên dayikan nehatin xwarê, kesî negot bila hêstir nerijin" û bi vî awayî piştgirî da qetlîama çêbûye. Heftê û yek sal berê li Dêrsimê çi qewimî? Di dema Osmanî de ev herêm ji bo dewlet û welatên cîran xwedî taybetiyeke çawa bû? Navê Dêrsimê çima demeke dirêj di nav qedexeyan de cih girt?
Pirtûka nivîskar Faik Bulut a bi navê "Raporên Dêrsimê" bersiva van û gelek pirsên din dide.
"Dersim Rapor" (Rapora Dêrsimê) ya Faik Bulut di sala 1991'ê de hat weşandin. Pirtûk heta niha wekî çar çap hatiye weşandin.
Pirtûka ku ji nû ve hat nirxandin û tiştinên nû lê hatin zêdekirin niha bi çapa xwe ya nû, ji Weşanên Evrenselê derket pêşberî xwendevanan.
Dersim Raporlari, lêkolîn, Faik Bulut, Evrensel Basim Yayin, 370 rûpel