Diyarname
Ev nûçe ji bo yên li Stenbolê dijîn e: Pira Galatayê ji bo 40 rojan dê bê girtin.
Li Stenbola Tirkiyeyê "Pira Galata" aliyên Emînonu û Karakoy bi hev ve girê dide û ev pir her roj gelek qelebalix e. Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) ragihand ku pir dê ji bo 40 rojan ji bo trafîkê girtî be.
ÎBB'ê gotiye ku di çarçoveya xebatên amadeyiha ji bo erdhejê de dê li ser pir xebatê bikin, loma her aliyek 20 roj, bi temamî 40 rojan dê girtî bimîne.
Di vê çarçoveyê de du rêyên hene, pêşî dê çûyîna aliyê Karakoy-Emînonu îşev bê girtin û 20 roj girtî bimîne. Paşê dê aliyê Emîkonu-Karakoy 20 roj girtî bimîne.
Erebeyên ji aliyê Emînonu ber bi Karokoy ve biçin dê rêya Kolana Ragip Gumuşpal bikar bînin; ji vegera Ûnkapani bi ser Pira Ataturk û rêya Kolana Tersane re berê xwe bidin Karakoy.


