logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran
  2. Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû
  3. Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî
  4. Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan
  5. Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de
news-details

Wêjeya alman nekarî bi wêjeya îngilîz

Li aliyek Shakespeare, li aliyê din Bertol Brecht, li aliyek Muller, li aliyê din Kane. Li aliyek Thomas Mor, Agatha Cri

  • Dîrok: 29/06/2021
  • Beş: EURO 2020

Cemil OGUZ

Li aliyek Shakespeare, li aliyê din Bertol Brecht, li aliyek Muller, li aliyê din Kane. Li aliyek Thomas Mor, Agatha Cristie, li aliyê din Goethe, Stefan Zweig hebûn. 

Li aliyek Îngilistana ku dêrgûşa fûtbolê hebû ku di sala 1863'yan de zagonên modern ên fûtbolê ava kiribûn. li aliyê din Almanyaya di vî warî de xwedî sîstem hebû.

Ligel ku fûtbol bi ser navê Îngilistanê belav dibe jî heta niha tenê carek Kûpaya Cîhanê biriye mala xwe. Li aliyê din Almanyaya ku 4 caran ev kûpa biriye mala xwe hebû ku di vî warî de piştî Brezîlya (5 caran) duyemîn tîm e. 

Li aliyek Îngilistana ku qet Kûpaya Ewropayê bi dest nexistiye, li aliyê din Almanyaya ku ligel Spanyayê (3 caran) tîma herî zêde ev kûpa girtiye.

Li aliyek Îngilistana ku ev demek gelek dirêj e ligel ku tîmeke baş e jî nikare zêde bi pêş de here û vedigere mala xwe, li aliyê din Almanyaya ku her çavê wê li lûtkeyê ye.

Axir roja 29'ê mehê di tûrnûvaya Euro 2020'î de maça Dora 16'an a Îngilistan û Almanyayê hebû. Rewş ev bû. Bi vê re li ser kaxiz Almanya favorî bû, lê Îngilistana ku li welat xwedî 40 hezar hebî zêdetir klûban e û li dinyayê di vî warî de yekemîn e xwe ji bo vê tûrnûvayê tûj kiribû.

Di deqîqeyên pêşî de ji her du aliyan ve jî atak hatin. Qeleparêzan di van deqîqeyan de xwe nîşan dan. Lê her ku çû Îngilistanê zêdetir hakimbûna maçê bi dest xist. Di nîveka yekemîn de her du tîman jî nekarî gogê û torê bînin ba hev, lê di nîveka duyemîn de gol jî hebûn, maçeke xweş jî. Di deqîqeya 75'ean de Raheem Sterling temaşevananên xwe yên li Stada Wembley rakirin ser piyan: 1-0. Piştî golê Almanyayê bi Muller firsendeke baş bi dest xist lê Muller bi mîlîman gog şand derve û di deqîqeya 86'an de vê carê Harry Kane hem Almanya, hem stad, hem jî çarîk fînal hejand: 2-0.

Bi vê encamê re fûtbola alman ku bi qasî wêjeya wê serketiye nekarî bi Îngilistana ku hem bi fûtbola xwe hem bi wêjeya xwe heye. Bi vê re Almanya ji bo ku ji bo tûrnûvayeke din xwe amade bike vegeriya mal, Îngilistanê pêlekanek din li pêlekanan kir û derbasî çarîk fînalê bû. Îngilistana ku di vê tûrnûvayê de bû 4 maç (3 maçên koman û ev maça Dora 16'an) bêyî golek bixwe derbasî çarîk fînalê bû, di heman demê de bi fûtbola xwe çav berda nîv fînalê jî.

Vê êvarê piştî maça Swêd û Ûkraynayê dê reqîbê Îngilistanê diyar bibe.
***

Nivîseke din a Cemîl Oguz ya li ser Euro 2020:
- Dîkan penîr xwar, bi jehrî ketin!

 


Parve Bike

Youtube Me

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
EURO 2020 - Nivîsên Dawî
news
  • 11 07 2021

Waye fînal hat

news
  • 11 07 2021

Dema fînalê hat: Dante yan Shakespeare? Kîjan dê bi ser bikeve

news
  • 11 07 2021

Îngilistan di çemê penaltiyan ê Îtalyayê de xeniqî

news
  • 08 07 2021

Îngilistan yekem car li fînalê ye

news
  • 07 07 2021

Fînalîstê yekemîn diyar bû: Îtalya

news
  • 05 07 2021

Hakêmên fînal û nîvfînalê diyar bûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Maçek dîrokî: Tîma lîga 2'yem Real Madrid têk bir

ad

Lîstikên kurdî dibin mêvanên Festîvala Şanoyê ya Stenbolê

ad

Serpêhatiyên Melê Meşûr

ad

Lezbiyen ji Racihel Weizs hez dikin

ad

Vane hevserok û rêveberên nû yên HDP'ê

ad

Li Kelarê rojnameger hat qetil kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

  • 11 09 2026
news

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

  • 10 09 2026
news

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

  • 10 09 2026
news

Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan

  • 11 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname