Amed
Li Amedê partiyên siyasî û saziyên sivîl li hemberî Lozanê dê daxuyaniyeke belav bikin.
Roja 24'ê tîrmeha 1923'yan Tirkiye jî di nav de dewletan Peymana Lozanê îmzekirin. Bi vê yekê re kurd kirin çar parçe. Îsal 100'emîn salvegera vê peymanê ye. Di salvegera vê peymanê li Amedê bi beşdariya DBP, HDP, Yeşiller ve Sol Gelecek Partisi, Partiya Komunîsta Kurdistanê, Partiya İnsan û Azadî, PSK, PDK-Tirkiye, PDK-Bakur, Partiya Azadî, Hereketa Azadî, DDKD, Platforma Zimanê Kunrrdî, Komeleya Şêx Seîd û Platforma Yekîtiya Jinan dê daxuyaniyeke bê belav kirin. Sazî û partî sibê saet 11'an de li Guneydogu Gazeteciler Cemiyeti daxuyanî bidin çapemeniyê.
ÇALAKIYÊN LOZANÊ
Li aliyê din di bin pêşengiya KNK'ê de ev mehek e li Lozanê çalakî, panel û gotûbêj didomin.