Diyarname
Serokê Giştî yê SHP'ê Murat Karayalçin ji CHP'ê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê bû berendam.
Ji bo hilbijartinên herêmî hê pênc meh hene lê hêdî hêdî berendamên hin bajaran diyar dibin jî. Niha berendamekî ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê deket holê. Serokê SHP'ê Murat Karayalçin.
Karayalçin ev çend roj in bi CHP'ê û Serokê CHP'ê re di nav têkiliyê de bû û wî îro ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê berendamtiya xwe eşkere kir.
Murat Karayalçin piştî diyarkirina berendamtiya xwe di heman demê de diyar kir ku dê hebûna SHP'ê bidome.
Karayalçin berê salên 90'ê Şaredariya Enqereyê kiribû.