Diyarname
Hikumeta Iraqê biryara rawestandina seferên hewayî yên ji balafirgeha Hewlêr û Silêmanî ji bo 3 mehên din dirêj kir.
Hikumetê îro biryar da ku heta 31'ê gulana 2018'an balafirgeh ji bo seferên navdewletî girtî bimîne.
Di 25'ê rezbera 2017'an de li Herêma Kurdistana Federe referandûma serxwebûnê li dar ketibû û bi sedî 93 erê derketibû. Piştî vê yekê hikumeta navendî ya Iraqê ku dijî referandûmê bû zor da ser hikumeta herêmê û biryarên cuda girtin. Yek ji wan jî rawestandina seferên navdewletî bû. Di 29'ê rezbera 2017'an de hikumeta navendî biryar girt ku balafirgehên Hewlêr û Silêmanî ji bo seferên navdewletî bêne girtin.
Her wiha hikumeta navendî ya Iraqê bi vê jî nesekinî bi artêşa xwe û hêzên Heşdî Şabî êrîşê Herêma Kurdistanê kir û Kerkûk jÎ di nav de dor sedî 50 axa di bin destê Hikumeta Herêma Kurdistanê de girt bin destên xwe.


