Silêmanî
Ji bo 51’emîn salvegera koça dawî ya hunermend Hesen Zîrek, li Silêmaniyê ji aliyê Komeleya Hunermendên Mîllî, Mala Çandî ya Sofî Kerîm, Çanda Hunerî ya Dilxwaz û Dezgaha Çapemeniyê ya Geryan ve merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Merasim berêvarkî li Parka Baxê Giştî ya Silêmaniyê li dar ket. Gelek keseyat û hunermend tevlî merasîma bîranînê bûn. Di merasimê de li ser jiyana Zîrek axaftin hat kirin. Dûre 35 hunermend û komên ku Zîrek bibîr anîne hêjayê xelata Hesen Zîrek hatin dîtin.
Di bernameya bîranînê de komek hunermendan stranên Hesen Zîrek strandin.
Hesen Zîrek kî ye?
Hunermend Hesen Zîrek sala 1921'ê li gundê Hermêle yê bajarê Bokan yê rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Wî di sala 1953’yan de stranên xwe li Bexda tomar kirine. Ji ber xweşiya dengê xwe, Hesen Zîrek karî di nava demek kurt de nav û deng bid. Bi sedan stranên wî hene. Hunermend Zîrek piştî ku bi nexweşiya penceşêrê ket û salekê bi nexweşiyê re têkoşîn kir û 26’ê pûşpera 1972’yan canê xwe ji dest da.


