Diyarname
Hayat TV ku Turksatê pêşî li frekansa wan a li ser peykê girtibû niha ji nû ve dest bi weşanê kir.
Di 16'ê tîrmeha 2008'an de Hayat Tv beyî sedemeke hiqûqî hebe Turksatê pêşî li weşana wan a li ser peykê girtibû û televîzyon hatibû girtin. Ev betalkirina frekanse ku ne hiqûqî bû duh ji holê hate rakirin û îşev Hayat TV ji nû ve dest bi weşana xwe kir.
Hayat TV ev kirina Turksatê wekî polîtîkaya birîna dengê muxalefetê bi nav kiribû.
Ji bo ji nû ve vebûna Hayat TV gelek çalakî hatibûn kirin.