Diyarname
Mebûsê HDP'ê yê Amedê Ziya Pir di civîna 62'yemîn Asambleya Parlementerên NATO'yê (NATOPA) de wekî bo Cîgirê Serokê Komîteya Jêrin a NATOPA'yê hat hilbijartin. Lijneya Giştî li Hîltona Bomontî li dar ket. Di civînê de Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag dema diaxivî, Ziya Pir bertek nîşan da, wê demê TRT'ê weşana zindî qut kir.
Piştî axaftin û nîqaşan Ziya Pir bi hemû dengên endaman hat hilbijartin.
Ji bo Serokatiya Komîteyê jî ji Delegasyona Fransayê mebûsek hat hilbijartin.


