Enqere
Dosyeya li ser kuştina karsazê kurd Behçet Canturk û ajokarê wî Recep Kuzucu ku di sala 1994’an hatin kuştin li ser daxwaza Dozgeriya Komarê ya Enqereyê, şandin Enqereyê.
Piştî ku di sala 2008'an de, di çarçoveya doza Ergenekonê de hin îdîa ketin rojevê, keça Canturk, Gazal Canturk serî li Dozgeriya Komarê Sapancaya Sakaryayê dabû.
Polîsê Tevgera Taybet ê berê Ayhan Çarkin der barê bûyerê de hin agahî dabûn dozger û lêpirsîn hatibû dest pê kirin. Di îdîanameya sêyemîn a Ergenekonê de qeydên şîfreyên Cîgirê Serokê Daîreya Polîsên Tevgera Taybet Îbrahîm Şahîn hatin deşîfrekirin. Di wan qeydan de hin gotinên ku dikare kuştina Canturk zelal bike derketibûn holê. Di wan qeydan de Şahin ji peyama ku ji Fatma Cengez (ev kes ji doza Ergenekonê girtiye) re şandibûn de wisa gotibû: "Xizma/ê B.C'yê ye û ji ber 'Te ev zilam kuşt' ceza da min. Nalet lê be û tevkarê H.A, yê E, yê DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) ye."
Piştî Serokwezîra Tirkiyeyê ya wê demê Tansu Çiller di salên 1990’ê de fermana kuştina karsazên kurd da, bi sedan karsazên kurd hatin kuştin.
Di nav van karsazên hatin kuştin de karsaz Behçet Canturk û ajokarê wî Recep Kuzu jî hebûn. Canturk û Kuzu pêşî hatin revandin û dûre tirmên wan li Sapancayê hatin dîtin.
Behcet Canturk kî ye?
Karsaz Behcet Canturk di sala 1950'î de li Licêya Amedê hatiye dinê. Wî di sala 1975'an de meşa protestoyî ya Îlerîcî Gençlîk Dernegî ya li Licê organîze kir. Di sala 1984'an de ji ber îdîaya endamtiya PKK'ê hat girtin. Di sala 1994'an de piştî revandinê kuştî hat dîtin.
Di nav kurdan de Canturk wekî karsazekî welatparêz ê kurd dihat nasîn.