Diyarname
Di Kûpa Amerîkayê de maça fînalê 15'ê mehê hat lîstin û Arjantînê kûpa girt.
Îsal DYA'yê ji bo tûrnûvaya Kûpa Amerîkayê mazûvanî kir. Maça fînalê di navbera Arjantin û Kolombiyayê de bû û li Stada Hard Rock a li Miami Gardens Floridayê hat lîstin.
90 deqîqeyên maçê bê gol temam bûn û maç derbasî 30 deqîqeyên zêdek bû. Arjantînê bi Lautaro Martinez di deqîqeya 112'yan de gol avêt û kûpa bi dest xist. Di maca ku Messi seqet bû û bi hêstirên çavan ji lîstikê derket e, piştî maçê ligel hevalên xwe bi coş serketina tîma xwe pîroz kir.
Maça Arjantin û Kolombiyayê divê saet 03.00'an de bihata lîstin lê ji ber gelek temaşevanan b^ebilêt dixwestin bikevin stadê, ku gelek temaşevan hebûn, cih tune bû, îzdîham çêbû, maç hat bi paş ve xistin û saet 04.15'an de hat lîstin.
Kûpa Amerîka ev 44 caran bû li dar dikeve. DYA, Kanada, Arjantîn, Brezîlya, Bolîvya, Kolombiya, Paraguay, Perû, Şîlî, Ûrûgûay, Venezuela û Ekvador beşdar dibin. Ligel vê du tîman jî bi vexwendinê beşdar dikin.
Berî maç dest pê bike îstatîstîkek wisa hebû: Arjantin ev 13 maç bûn di vê kûpayê de têk neçûbû. Kolombiya jî ev 28 maç bûn têk neçûbû. Arjantînê ev rêzeya Kolombiyayê têk bir. Di heman demê de bû du caran ser hev de Arjantin vê kûpayê digire, ji ber ku cara din, turnuvaya 2021'ê de jî ew bi ser ketibû.
Lîstikvan Martinez di vê tûrnûvayê de 5 gol avêtin û bû golavêjê vê tûrnûvayê.
HERÎ ZÊDE ARJANTÎNÊ GIRTIYE
Arjantînê bi vê carê re jî bû 16 caran vê kûpayê digire û rekor bi dest xist. Uruguay 15 caran, Brezîlya 9, Perû, Paraguay û Şîliyê her yekê 2 caran, Bolivya û Kolombiyayê jî her yekê carek ev kûpa girtiye.
Arjantîn herî dawî di sala 2020'î de di Kûpaya Dinyayê de jî bûbû şampiyon.