logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

'Li ser rûyê dinê rojek' wisa derbas bû

Her kesê ku li ser rûyê dinê dijî dinya wî eleqedar dike. Her kes bi awayekî erênî yan neyînî bandorê li dinyayê dike. K

  • Dîrok: 22/04/2012
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Her kesê ku li ser rûyê dinê dijî dinya wî eleqedar dike. Her kes bi awayekî erênî yan neyînî bandorê li dinyayê dike. Kî meraq dike ku rojekê li dinyayê çawa derbas dibe? Ji bo yên ku meraqa wan li ser dinyayê ye û ji bo temaşe bikin ku li gelek welatên dinyayê rojeke çawa derbas dibe roja 22.04.2012'yan li çalakiyan bûn.
Çalakiya ku bi navê "One Day On Earth" (Rojek li ser rûyê dinê) li 160 welatan bi hev re heman rojî li dar ket. Di van çalakiyan de belgefîlmekî bi heman navî hat nîşandayîn. Belgefîlmê ku ji du saetan pêk dihat ji dîmenên rojeke ku li gelek welatên dinyayê hatibûn şandin pêk hatibû.

Rojek û 3 hezar saet dîmen

Di 10.10.2010'an de (10.10.10) ji çar aliyên dinyayê mirovan dîmen kişandibûn û ji bo belgefîlm, ji kesên ev proje dabûn dest pê kirin re şandibûn.
Ji Angola heta Koreya Bakur, ji DYA, Îngilistan, heta Îtalya, Kurdistan, ji Endonezya heta Lubnan, Îran û bi dehan welatên din, bi sedan, bi hezaran dîmenên ku bi giştî 3 hezar saet dîmen dikir ji amadekarên projeyê re hatibûn şandin. Wan jî ji van 3 hezar saet dîmenî belgefîlmekî 104 deqîqeyî amade kir û belgefîlm yekem car bi hev re li 160 welatan derket pêşberî temaşevanan.
Di belgefîlm de ji rojbûna kesan, heta zewacê, ji şeran heta parastina xwezayê, heta parastina çandê gelek mijar hatibûn rêzkirin.
Çalakiya "One Day On Earth" li Tirkiyeyê li Stenbolê li dar ket. Di çalakiya ku li Santral İstanbulê li dar ket de pêşî Bariş İçin Çocuk Orkestrasi, Hayat Meyal, Ozgur Demir û koma wî derketin ser dikê û stran gotin. Dûre belgefîlm hat nîşandayîn.

Ji fîlm çend kurte

Û belgefîlmî gelek agahiyên li ser "Di 10.10.10 de rewş wiha bû" pêşkêş kirin. Mînak digot;
- Wê rojê li ser rûyê dinê 1300 cure muzîk hebûn.
- Ji 8 mîlyonî zêdetir cureyên giyanewer hebûn.
- 1,3 mîlyar kes ji ava paqij a vexwarinê mehrûm bû.
- 10 mîlyon kes di hepsê de bûn.
- Li 45 welatan pevçûnên leşkerî hebûn.
- 154 hezar kes hatin dinê. Û gelek agahiyên din.

Ji kurdan heta Dalay Lama

Ji kurdan heta rêberekî olî Dalay Lema, ji îraniyek, heta kesên çûne fezayê gelek kesî gotinên xwe digotin. Helbet her kesî bi zimanê xwe.
Kurdekî ji Başûr ku lingekî wî di encama teqîna mayînekê de qetiya bû li ser rewşa xwe disekinî. Îraniyekî ji bo vê vîdyoyê sipasî dikir ku wan ew kişandiye, dibe ku hinên din ji rewşa wî ji xwe re dersekê bigirin.
Û rêberekî olî Dalay Lama wisa digot: "Ji bo aştiyê dia tenê têrê nakin. Ger têrê bikara ev sê çar hezar sal in mirov diayan dikin dê têrê bikara. Dia tenê têrê nakin, ji bo aştiyê divê mirov tişteke din bike, bikeve nava tevgerê."
Her wiha belgefîlm li ser zirara ku mirov didin dinyayê jî wisa gotina xwe dianî ziman: "Pêdiviya dinyayê bi me tune ye, pêdiviya me bi dinyayê heye."


Kunyeya belgefîlm:

Sazkirin: 2012 - DYA
Derhêner: Kyle Ruddick
Senaryo: Kyle Ruddinck
Sazkar: Daniel Lichtblau, Brandon Litman
Mawe: 104 deqe
Fînansa projeyê: Creative Visions Foundation

***

Nûçeya eleqedar:

- 'Li ser rûyê dinê rojek' li benda temaşekirinê ye

 

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Êdî emê bizanibin gog jî xezê derbas bû yan na

ad

Cihên ku dê jin bibin berendamên şaredariyê

ad

Şêrko Bêkes li ser gora xwe hate bîranîn

ad

2020: Lîsteya pirtûkên ku li Rojava derketine

ad

Ji bo kuştina wê 1.5 mîlyon dolar xelat danîne!

ad

Rapora ÎHD'ê: Êdî ne bajar, mirovahî di bin dorpêçê de ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname