Diyarname
Li dinyayê navdar bû. Bi dehan pirtûk nivîsîn, ji pirtûkên wî fîlm hatin kişandin. Xelat girtin, ji gelek welatan nîşane-pênase girt û guh xatir xwest. Em qala nivîskarê mezin Umberto Eco dikin.
Nivîskar, wêjevan, rexnegir, ramanwer, zanyarê îtalî Umberto Eco di 5'ê rêbendana 1932'yan de hat dinyayê.
Yekem pirtûka wî "Navê Gulê" (Der Name der Rose) ye ku di sala 1980'ê de hatiye weşandin. Wî bi vê pirtûkê gav avêt nav wêjeyê û pêre navdar bû. Di sala 1986'an de derhêner Jean-Jacques Annaud bi heman navî ji vê pirtûkê fîlm kişand û vê yekê kir ku Eco hê zêdetir navdar bibe. Ev pirtûka wî li gelek zimanan hate wergerandin. Li Tirkiyeyê jî di sala 1986'an de Weşanên Can ev pirtûka wî weşand û dûre bi dehan pirtûkên wî din jî li Tirkiyeyê hatin weşandin.
Eco ji sala 1971'ê ve li Zanîngeha Bologna wekî profesor kar dikir. Wî, lîsansa bilind û doktoraya xwe li ser tradîsyona Thomaswarî û fereseta estetîkî a vê tradîsyonê kir.
Di sermaweza 2005 û pûşpera 2008'an de li DYA'yê Foreign Policy û li Îngilistanê kovara Prospect ji ser înternetê de anketa Lîsteya 100 Entelektuelên Dinyayê çêkir. Di sala 2005'an de di rêza duyemîn, di sala 2008'an de di rêza 14'emîn de cih girt.
Eco herî dawî bi navê "Numero Zero" pirtûkek nivîsand û pirtûka wî di adara 2015'an de hat weşandin. Di vê pirtûkê de li ser suîkasta li hemberî Mussolini û yara wî ku di sala 1945'an de li ber Gola Como li hemberî wan çêbûbû. Wî di jiyana xwe de xelata "Anghiarî" (1981), "Strega" (1981), "Viareggio" (1981), "MacLuhan Teleglobe" (1982) û xelata "Medicis" (1982) girt.
Eco ev demek bû ji ber qansêrê dihat dermankirin û êvara 19'ê reşemiyê wefat kir.


