Ciwan Haco û Xêro Abbas diçin Qibrisê
Lefkoþe
Du hunermendên navdar ên kurd Ciwan Haco û Xêro Abbas dê li Qibrisê konsereke pêþkêþ bikin.
Konser ji aliyê Xwendekarên Demokrat ên Welatparêz ve tê organîzekirin. Di 18'ê gulanê roja yekþemê de dê Xêro Abbas, 24'ê gulanê roja þemiyê jî Ciwan Haco de konsereke pêþkêþî xwendekaran bike.
Xwendekarên Demokrat ên Welatparêz ev sê sal in ku li Qibrisê ji bo parastina çanda kurdî hunermendên kurd vedixwîne wir û ji bo wan konseran organîze dike. Xwendekar didin zanîn ku ji bo meþandina vî karî pêdiviya wan bi alîkariya gel jî heye.
Ji ANF'ê hatiye girtin