Diyarname
Ev jî çêbû: Di hilbijartina li Yewnanistanê de duh Demokrasiya Nû sedî 40 deng girtin. Li gor vê 146 kursî bi dest xistin û bû partiya yekemîn.
Serokomara Yewnanistanê Katerina Sakelaropulu ji bo sazkirina hikumetê peywir da Serokê Demakrosiya Nû Kiryakos Miçotakis. Lê Miçotakis peywir bi paÅŸ ve ÅŸand.
Partiya Îtîfaqa Çepa Radîkal (SYRIZA) bi sedî 20'ê dengan bûbû duyemîn. Serokomar Sakelaropulu dê peywirê bide Serokê SYRIZA Aleksis Çipras.
Çipras got, "Ez hîn bûm ku di demên zehmet de peywirê bigirim ser milên xwe û nerevim. Ez li vir im. Ez ne niha terk dikim, ne jî di dema zehmet e."
Li Yewnanistanê partiyek bi tena serê xwe bê desthilatdarî divê 151 kursî bi dest bixe. SYRIZA bi sedî 20,7'î 71 kursî girtine. Îtîfaqa PASOK-KINAL'ê bi sedî 11,46 bûye sêyemîn û 41 kursî girtine.
Ger li Yewnanistanê koalîsyon saz nebe dê carek din hilbijartin çêbibe. DEma cara diduyan hilbijartin çêbibe partiya ku bibe yekemîn ger sedî 25 deng girtibe ji bo xwe bigihîne piraniya kursiyan li gor dengdana nav meclisê di navbera 20 - 50 kursiyî de zêdetir kursiyan didinê.