Diyarname
Weşanxaneyeke nû bi navê “Dîwan” li weşanxaneyên kurdan zêde bû. Dîwan ku edîtorê wê Mihemed Jiyan e li Stenbolê dest bi weşanê kir û 7 pirtûkên kurdî bi hev re çap kir. Dîwan, bi kurdî û tirkî dê weşanê bike û pirtûkên xwe yên cir bi cur ragihîne xwendevanên kurd. Dîwanê niha 7 pirtûkên wekî “Dîwana Kurmancî”, “Fîlozofekî Reşbîn û Bêdîn”, “Bo Te Ji Welatekî Dûr Dinivîsim”, “Ji Edebiyata Cîhanê 30 Çîrokên Bijare”, “Evînname”, “Dinya Delal e”, “Jiyana Mûsa Ya Li Misrê (Li Gorî Wehya Quranê)” bi hev re derxist û dest bi weşangeriya xwe kir. Ji van 6 bi kurdî yek jî (Jiyana Mûsa ya li Misrê) bi kurdî û tirkî ye. Ji van pirtûkan 5 jê ji aliyê nivîskar Husein Muhammed ve hatine amadekirin ku yek jê wî bi xwe nivîsiye û pirtûka ceribandinê ye. Her wiha Şemal Medyayê ji bo pirtûkên Dîwanê dîzayneke xweş û serkeftî amade kiriye.
Vane pirtûkên ku ji Dîwanê derketine:
1- Dîwana Kurmancî
Çîrokeke Dîwana Kurmancî ya balkêş heye. Ev kitêba biçûk a giranbuha yekemîn berhevoka zaravayê kurmancî ye. Ebdurreqîb Yûsif, ev berhevok 60 salan piştî mirina Ehmedê Xanî, ji hêla kesekî nediyar ve hatiye amadekirin. Ev dîrok ji bo xebatkarên wêjeya kurdî, gelekî girîng e. Lewra bi vê keşkulê, qena’et hasil dibe ku ji bilî Elî Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizirî, Melayê Bateyî û Ehmedê Xanî; Mîna, Macin, Sadiq û Mela Mensûrê Girgaşî jî yên pêşiya sala 1767’ê miladî ne. Heke em li berhem û jiyana wan bigerin, divê xebata xwe li dor wan deman bikin. Piştî Dîwana Kurmancî, gelek pirtûkên din li ser rêgeha wê derketine. Ji bo mînak; Hozanvanêt Kurd a seyda Amêdî jî kitêbeke bêhempa ye. Lê, Dîwana Kurmancî rêya berhevkariya edebiyata Kurdî vekiriye.
Dîwana Kurmancî-Şairên Klasîk ên Kurd /Amadekar: Ebdurreqîb Yûsif / Dîwan / 124 rûpel
2.- Fîlozofekî Reşbîn û Bêdîn
Ebûl-‘Ela el-Me’errî (أبو العلاء المعري), 973-1057, helbestvan û fîlozofekî mezin ê ereb e ku bi hostetiya helbestên xwe û reşbîniya xwe navdar e. Li Sûriyeya niha hat jiyanê û di pêncsaliya xwe de ji ber gurrîbûnê (xurîtiyê) kor bû. Lê wî tevî korahiya xwe jî li Helebê, Antakyayê û hin deverên din yên Sûriyê xwend û bû ramanwerek azad, fîlozof û helbestvanek navdar yê gerok. Tek tiştê her berdewam di helbestên wî de xemgînî û reşbîniya wî ye.
"Ev gor tawana babê min e li dijî min.
Min tawan dijî tu kesî nekir.”
(nivîsa li ser kêla el-Me'erriyê ku bêdûnde mir)
Fîlozofekî Reşbîn û Bêdîn / Ebû l-‘Ela el-Me’errî / Ji erebî bo kurdî: Husein Muhammed / Helbest / 80 rûpel
3- Dinya Delal e
Hin caran bo vegotina ya di dilê xwe de mirov ne hewceyî nivîsîna pirtûk û romanan e. Hesta kûr dikare pir kurt jî bête derbirin.
Ev ceribandin di heyamê nêzîkî deh salên borî de hatine nivîsîn. Kurtenivîsên Husein Muhammed ên bi vî awayî, ne tenê ev in, lê gelek hê li ser defterên destnivîsî mane. Belê ev ji nav wan wekî guldesteyekê hatine vebijartin û ji bo xwendevanên kurdî hatine pêşkêşkirin. Ji 5 pirtûkên ku Muhammed ji bo Dîwanê amade kiriye, ev tenê jî yê wî bi xwe ye ku wî nivîsiye.
Dinya Delal e / Husein Muhammed / Ceribandin / 80 rûpel
4- Evînname
Evînname ji nivîs û helbestên gelek kesên navdar ên li ser evînê hatiye amadekirin. Amadekarê vê pirtûkê jî Husein Muhammed e.
Evînname / Amadekar Husein Muhammed / Ji wêjeya cîhanêe
5- Bo Te Ji Welatekî Dûr Dinivîsim
Ev antolojiya helbestên cîhanê, piralîtiya hunera helbestan bi 200 nimûneyan pêşkêşî xwendevanên kurdî dike. Nivîskarên ji neteweyên cuda, ji serdemên cihê û yên bi stîl û şêwazên ciyawaz dinivîsin di vê xebatê de kom bûne.
Helbestên ku bi îngilîzî, erebî, farisî, fînî hatine nivîsîn, yekser anku dîrek ji wan zimanan hatine wergerandin. Yên fransî û almanî ji îngilîzî hatine wergerandin… Di vê xebatê de ji sedî zêdetir helbestên helbestvanan cih digirin. Her wiha kurtejiyan û stîla helbestvanan jî hatiye pêşkêşkirin.
Bo Te Ji Welatekî Dûr Dinivîsim / Amadekar Husein Muhammed / Wêjeya cîhanê / 304 rûpel
6- Ji Edebiyata Cîhanê 30 Çîrokên Bijare
Di vê pirtûkê de 30 kurteçîrokên ji edebiyata cîhanê bi wergera kurdî cih digirin. Ev berhevok bi çîrokeke Giovanni Boccaccio dest pê dike û çîrokên Alphonse Daudet, Juhani Aho, Bjørnstjerne Bjørnson, Ernest Hemingway, Hermann Hesse, Mehabad Qeredaxî, Oscar Wilde, Mark Twain, Hans Christian Andersen, Charles Baudelaire, Reûf Bêgerd, Elaedîn Secadî, Xelîl Cibran, Se’diyê Şîrazî, Îvan Turgenev, Fyodor Dostoyevskî û Anton Çexov didome... Mebesta vê antolojiya çîrokan ew e ku piralîtiya hunera vegotinê ya pexşanî bi 30 çîrokan pêşkêşî xwendevanên kurdî bike.
Ji edebiyata cîhanê 30 çîrokên bijare / Amadekar Husein Muhammed / Ji Wêjeya Cîhanê / 216 rûpel
7- Jiyana Mûsa Ya Li Misrê (Li Gorî Wehya Quranê)
Ev xebata li ser Hz. Mûsa meriv dikare bêje ku di warê xwe de tenê ye. Hetanî niha li ser têkoşîna Hz. Mûsa xebateke ku hemî naverok ji ayetên Quranê pêk were nehatiye kirin.
Yavuz Delal heta niha li ser têkoşîna Hz. Mûsa du kitêbên serbixwe nivîsandine. Ev pirtûka li ber dest ku aliye bi kurdî, aliyê din bi tirkî ye bi ziman, şêwaz û honandina xwe wekî romanekê ye ku hemî ji ayetên Quranê pêk tê.
Jiyana Mûsa Ya Li Misrê / Yavuz Delal / 186 rûpel
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
**************************************
REKLAM
NÎŞANDAYÎNA BELGEFÎLM Û SOHBET
REWŞEN
Belgefîlmê serdemekê...
Cih: Kampusa Dolapdere ya Zanîngeha Bîlgî (Stenbol)
Dîrok: 18.05.2012
Saet: 17.00 - 19.00
Ji bo nûçeyê:
- "Rewşen" li Zanîngeha Bîlgî tê nîşandayîn