GELAWÊJ EWRÎN
Sibê em dikevin sala 5'an a Fermana li ser gelê Şengalê. Qirkirina kurdan planeke hêzên hegemonîk e ku bi desteka rasterast a hêzên paşverû yên herêmî roja îro jî lê ye.
Şêwazê qirkirin û komkujiyan, şêwazê revandin û firotina jinan û zarokan, şêwazê desthilatdariyên faşîzan e ku civakê wekî keriyê pez dibînin û dixwazin wan li gorî xwe bi rê ve bibin.
Di hişmendiya wan de civak çiqasî lawaz bibe, ji hal bikeve û parçe bibe, ew qasî dikarin serweriya xwe li serê bidin meşandin. Ji bo em cewherê rastîn ê vê pergalê nas bikin, divê em helwesta wan li beramberî jinan, şêwazê wan ê xistina jinan baş bibînin û şîrove bikin. Niha belkî gelek kes bibêjin êdî ew serdema cahîliye, zilm û koletiyê bi dawî bûye. Pergala Kapîtalîzmê xwe li ser vê derewa mezin, bi pêş xist.
Bi civakan dane bawerkirin ku di serdema herî pêşketî de ne. Di serdemeke wiha de li pêş çavên me hemûyan bi hezaran jin ji ber şer û talanê, di bazaran de hatin firotin, rastî destavêtinê hatin yan jî hatin qetilkirin. Ya herî sosret, me ev hemû bûyer di ekranên TV'yên xwe de dîtin û piştî demekê ji bo me bû dîmenek ji rêzê ji dîmenên di jiyana me de. Hûn dizanin çima wisa ji me re ji rêzê hat? Ji ber ku bûyerên bi vî rengî bi salan bi rêka film û medyayên şerê taybet ên li ser mejî û rihê me, normalîze bûne.
Em her roj li ber filmên kuştin, qetilkirin, destavêtin û wêraniya bajar û welatan rûdinin û dema xwe derbas dikin. Dema piştî van filman nûçeyeke wekî van bûyeran derkeve, ji ber bûyer ji me re êdî ji rêzê ye, em asta wê ya tirsnak û ne mirovî, mixabin hîs nakin. Operasyona normalkirina kuştinan û destavêtinan rêbaza herî esasî ya pergalên desthilatdar e. Ji bo wê jî gelek caran kesên bixwe bi wan bûyeran re jî rû bi rû dimînin, piştî demekê êdî ya hatiye serê xwe ji bîr dikin.
Bi operasyonên me behsa wan kirî, mejî ditevizin û bi ya hatiye serê wan, nahisin. Di rastiyê de hafize û bîra mirov dikujin. Yan jî alzheimera civakî di mejiyê mirovî de pêk tê. Qet nayê bîra mirovî, ka çi bi serê wî hatiye yan jî kê bi serê wî de aniye.
4 sal di ser Fermana 3'ê Gelawêja 2014'an re dibihurin. Ne tenê ev ferman, gelek komkujî li Kurdistanê qewimîne. Ji ber ku şêwazê komkujiyan, kesên komkujî pêk anîne û sedemên wê baş nehatine tehlîlkirin, van karesatan xwe di dîroka me de pirrcar kiriye. Gotinek heye dibêje, kurd aşiqê celadê xwe ye! Ji ku tê ev terîf? Bîr û hafizeya civakekê heger were kuştin û tunekirin, wê celadê xwe nas neke û paşê pê re li ser heman sifreyê rûne. Ya bi kurdan dixwazin bidin kirin jî tam ev e.
Dibêjin, tu wê ji bîr bikî ka kê zilm li te kiriye, kî tu kuştiye. Niha bûyerek ji rêzê bûye mixabin ku kesek dest bavêje jinekê, ew jin dibe aşiqê wî û pê re dizewice yan jî dikin aşiqê wî û bi zorê pê re dizewicînin. "Dikare jê hez bike jî dikare bikuje jî." Ev gotinên wisa ji ber xwe ve nayên gotin. Armanceke van gotinan heye. Di şexsê jinan de tevahiya civakê fêrî çanda talan û destavêtinê dikin. Rêbaza herî bê exlaq a serdemê ye ku mirovan dikin kole û neçar dikin ku li beramberî wan serê xwe bitewînin.
Fermana Şengalê ji aliyê vê hişmendiyê ve hat plankirin. Navê kiryarên wan dibe DAIŞ be, yên ew çêkirine hişmendiya mêrê serwer e ku dixwaze rihê civakê bikuje û tiştekî bi navê jiyanê nehêle. Bi vê komkujiyê xwestin gelek armancên xwe pêk bînin ku mirazê wan di çavê wan de ma. Belê gelek êş bi xelkê êzîdî dane kişandin, lê hinek hebûn li beramberî wan bisekinin û dawî li vê çîroka qirkirinê bînin. Di komkujiyên bi vî rengî de dixwazin model û karekterekî li gora dilê xwe di civakekê de çêkin.
Jina kurd a bê çare her tim derxistin pêş kamerayan ku hema digirî û derveyî vê tiştek ji destê wê nayê. Xwestin bi cihanê jî wisa bidin naskirin. Xwestin kurdan wekî mirovên her tim rastî komkujiyan tên û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, nîşan bidin. Rabûn jinên êzîdî ku ji destê DAIŞ'ê rizgar bûbûn, berê wan dane welatên Ewropayê, qaşo wê birînên wan bipêçin. Bi xwe, van karesatan bi serê gelan ve tînin û paşê dibin mesîh û dixwazin rûyê xwe yê har û qirêj veşêrin.
Heta em vê rastiyê fêm nekin, heta em bi xwe bawer nekin ku em dikarin û têra xwe hene, xwe biparêzin, em ê ji xeterên qirkirinê rizgar nebin. Ev pergal bi rola mêrê tecawizkar radibe ku dest davêje jinê, îradeya wê dişkîne û paşê wê neçar dike ku pê re bizewice. Jina kurd bi taybetî jina êzîdî ne ew jin e ku biçe di parlemen û civînan de li pêş çavê cihanê rondikan bibarîne. Bi girî, ne dilê wan ê ji cemedê nerm dibe ne jî fêm dikin ka bê çi hatiye serê xelkê herêmê. Edûlê ya kurd a piştî vê fermanê êdî wê li ser birîna Derwêş rondikan nebarîne. Wê tola Derwêş bi şerê azadiyê, şerê xwebûnê rake.
Wateya jiyanê ji bo jinên kurd hatiye guhertin, êdî felsefeya me ne ya mirinê ye, ya jiyanê ye. Heger bîr û hafizeya me ya dîrokî xurt bibe, felsefeya me ya jiyanê jî diguhere û şêwazê me yê têkoşînê jî diguhere. Bi vî rengî em dikarin pêşiya fermanên din bigirin.
02/08/2018, Yenî Ozgur Polîtîka


