logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Romana 'Birîn'a kurdên Qafqasyayê

Romana Ahmedê Hepo a bi navê "Birîn" di nav weşanên “Peywend" de li Stenbolê derketiye. Roman 240 rûpele. Li dawiya roma

  • Dîrok: 18/02/2019
  • Beş: Serbest

Lokman Polat

Romana Ahmedê Hepo a bi navê "Birîn" di nav weşanên “Peywend" de li Stenbolê derketiye. Roman 240 rûpele. Li dawiya romanê “ferhengok"ek 12 rûpel heye. Di ferhengokê de gelek peyvên kurdî ku mirov maneya wan nizane yan jî di herêma mirov de ew peyv nayêne bikar anîn, lêbelê kurdên Kafkasyayê wan peyvan bi kar tînin hene. Ez ji ferhengokekê gelek peyvên nizanibûm fêr bûm.

Roman şaxeke edebiyatê ye û gelek cureyên wê hene. “Belge roman" jî cureyeke romanê ye. “Birîn" belge romaneke ku ji bo dîroka kurdan a nêzîk gelek girîng e. Mijarên romanê, leheng û fîgurên wê gelek girîng in. Mijara romanê derbarê kurdên Qafqasyayê de û kurdên sirgûnkirî de ye. Di romanê de serokê kurdan Mistefa Barzanî heye, hîmdarê romana kurdî ango ê ku cara yekem, pêşî romana kurdî nivîsiye romannivîserê kurd ê hêja Erebê Şemo heye. Nivîskarê romana "Pêşmerge" Rehîmê Qazî heye û her wiha diktator Stalîn heye ku bi fermana wî kurd sirgûnê Sibîryayê, Kirgizistanê, Azerbeycanê û Kazakistanê bûne. Û dijminê kurdan Baxirovê Azerî heye. Naveroka romanê gelek dewlemend e.

Di destpêka romanê de, derbarê jiyan û berhemên nivîskarê kurd Ahmedê Hepo de agahdarî heye. Digel romana wî a bi navê "Birîn" romanek wî a din jî bi navê “Bawerî" heye. Ahmedê Hepo romana Suhrab Tahir a bi navê “Evîndar du gule" wergerandiye kurdî. Pênc berhemên wî ên din jî hene. Wî heft sal di rojnama “Riya Teze" de kar û xebat kiriye.

Romannivîserê kurd Ahmedê Hepo di romanê de şêwazê vegotina Elegezê rave kiriye û lewre jî gelek baş bûye ku li paşiya romanê “ferhengok" hatiye amade kirin. Ev roman wekî ku sererastkirin û ferhengsazê romanê Umîd Demirxan jî di pêşgotinê de dibêje hêjayiyek wêjeya kurdên Azerbeycanê ye. Bi hêviya ku romana Ahmedê Hepo a din û romana ku wî wergerandiye kurdî jî werine weşandin û bikevin destê xwendevanên kurdên bakur.

Niha ez ê bi kurtahî bal bikşînim li ser hinek mijarên ku di romanê de cih girtine. “Birîn" birîna nefîkirina/koçberkirina gelê kurd ên li Kafkasyayê ye. Stalînê diktator 60 hezar kurd koçber kir. Wan sirgûnê Sibîryayê, Kazakîstanê û herêmên din kir. Di rê de perîşan bûn, mirin, tî û birçî man. Birîn birîna bêwelatî û bêdewletîyê ye. Bêdewletbûn birîna herî xedar a netewa kurd e. Bêdewletbûn bindestî ye, koletî ye, êş kişandine, bêrûmetî ye, ji hemû mafên neteweyî, demokratîk û mirovî bêpar mayin e.

Lehengê romanê navê wî Kelo ye. Ew kurdekî gundî di gundekî nêzîkê hidûd/sînor de dijî. Mehîna wî navê wê “Mircan"e. Mehîn rojeke winda dibe. Karmendên Çekîst (NKWD – Komîsariya gel ya karê hundir ewlehiya dewletê) xwediyê mihîna wenda Kelo digrin û bi casûsiyê/sîxurîyê tawanbar dikin û pê îşkence dikin. Wî diavêjin zindanê û piştê demeke wî ber didin.

Sala 1937 ji bo kurdên Kafkasyayê saleke reş e. Leşkerên Artêşa Sor dikevin gundên kurdan û diavêjin ser malên kurdan, jin, zarok, mêr, xort, keç, wan hemûyan dicivînin û dikine vagonên trênan û dişînin sirgûnê. Kelo û malbata wî û gundiyên wî jî di nav de ne. Bobelat rabûbû serê kurdên belengaz ên bêdewlet. Kurdên Qafqasyayê ji ber zilma Stalînê dîktator dizarin. Kurdên ku bi fermana Stalîn hatine sirgûnkirin, di rê de, di rêwîtiya sirgûnê de gelek êş û zehmetî dikşînin. Ew bi rojan tî û birçî dimînin. Jinên hamîle di rewşeke xirab de berdavêjin, diwelidin. Di encamê de ên ku di rê de dimirin û yên ku dimînin li gundan belav dikin û di kolhozan de wan wekî koleyê dewleta Sovyetê didine xebitandin. Demeke derbas dibe, şeveke Çekîst tên gelek xort û mêrên ku karê emeletî ji dest wan tê dicivînin û dibin.

Di navberê de salek derbas dibe, kes nizane ew bi ku ve birine. Piştê salekî ji yekî nameyeke bi dizî tê û ji nameyê fêm dibe ku wan kurdên reben birine di riya hesin de didine şixulandin. Di romanê de, di şexsiyeta serlehengê romanê Kelo de, dîmeneke rewşa kurdên ku hatine sirgûn kirin tê rave kirin. Di romanê de qala hîmdarê romana kurdî Erebê Şemo jî tê kirin. Dema Erebê Şemo bi fermana dîktator Stalîn tê girtin û dikeve hepisxaneyê, têkiliya lehengê romanê û wî tê qal kirin. Kelo behsa hevdîtina xwe û Erebê Şemo dike.

Di romanê de damezrandina komara Kurdistanê Mahabad a rojhilatê Kurdistanê û xirab kirina wê bi lîstikek siyasî a îngilîzan û Sovyetê jî tê rave kirin. Sedemê têkçûnê; bêbextiya Stalîn li kurdan, bi rastiya dîrokê tê pêşkêş kirin. Serokwezîrê Împaratoriya Brîtanyayê Churchill ji Stalîn re dibêje: “Bila Romanya ji we re, Îran ji me re be." Îran ji îngilîzan re dimîne û îngilîz komara Mahabadê hildiweşînin, Serokê kurdan Qazî Mihemed îdam dikin. Îngilîz tola xwe ji newiyên Selhadînê Eyûbî distînin. Ev bûye heft sed sal îngilîz her dem li hemberî kurdan in û nahêlin kurd bibin dewlet. Wan ji ereban re 20 dewletên ereb damezrandin û nehêştin kurd yek dewletek damezrînin. Dema wan ji ereban re 20 dewlet danîn, ew dem serokê kurdan Şêx Mahmudê Berzencî dîl girtin û wî sirgûn kirin, şiyandin Hindistanê.

Di romanê de piştî têkçûna Komara Mahabadê, çûyîna Mistefa Barzanî a Sovyetê, kirinên qirêj ên Cafer Baxirovê azerî li hemberê kurdan tê qal kirin. Hevdîtina Barzanî û Baxirov, axaftina di navbera wan de û helwesta wan a li hemberî hev di romanê de cih digre û hêjayê xwendinê ye.

Beşa ku qala nameya Nado ku ji Stalîn re şiyandiye mirov bi kelecan û bi meraq dixwîne. Nado ji Stalîn re ji bo çi name dişîne? Di nameyê de çi heye? Û Stalîn çi bersiv dide Nado? Ev jî bila wekî meraq bimîne. Helbet bersîva van pirsan û vê mijarê di romanê de heye, lê min li vir nenivîsî. Armanca min a nirxandina romanên kurdî yek jê jî ev e ku ez xwendevanan di meraqê de bihêlim ku ew ji ber meraqê û ji ber mijarên naveroka romanê, (xwendevanên ku vê nivîsa min bixwînin) biçin pirtûkê bikirin û bixwînin.

Belê, romana bi navê “Birîn" a nivîskarê kurd Ahmedê Hepo romana birîna kurdên Qafqasyayê ye. Divê xwendevanên kurd wê bikirin û bixwînin.

Wekî çend gotinên dawî ê vê gotarê, ez dixwazim hinek behsa Weşanên Peywend bikim. Pêşî ez dixwazim weşanxaneyê pîroz bikim ku pirtûkek wiha hêja weşandine û gihîştandine destê xwendevanên kurd.

Weşanên Peywendê gelek pirtûkên baş û hêja weşandine. Di nav Weşanên Peywend de pirtûkên hêja Helîm Yûsiv, Hesenê Metê, Mardîn Îbrahîm û Ramazan Alan hatine weşandin. Ev nivîskarên kurd ên hêja bi berhemên xwe xizmeteke giranbuha ji bo pêşveçûna ziman, çand û wêjeya kurdî kirine. Berhemên wan wêjeya kurdî hîn pirtir dewlemend kirine. 

Têbinî: Di malpera Diyarname de sed xwendevanên wêjehez û dildarê zimanê kurdî, bang li nivîskarên kurd kiribûn. Bangek ji bo bihêzkirina edebiyata kurdî û gavên nû ji bo zindîkirina wêjeya kurdî... Ez jî wekî kedkarekî wêjeya kurdî bi vê nivîsa xwe a sernavê "Romana Birîna Kurdên Qafqasyayê" daxwaza wan pêk tînim.

**

-
Nivîsa ji bo bersiva "Banga Xwendevanan":
- Mehmed Uzun û Siya Qelemê
- "Tu" ango "Em"
- Mehmed Uzun, çîrokeke dirêj a nivîskariyê: Tarî mîna nivîsê nivîs mîna roniyê

Banga xwendevanan:

- Daxwaza 100 xwendevanan ji nivîskarên kurdan   


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Di 6 mehên pêşî de fîlmên herî zêde hatine temaşekirin

ad

Stranên Folklorîk ên Botanê di xizmeta we de ne

ad

Ayfer Duzdaş bi klamên Xorasanê li ser dikê ye

ad

Belgeyên li ser Dêrsimê gihîştin meclisê

ad

Sêyemînê dinyayê Hirvatistan e

ad

Sharon Stone ji bo fîlmê Behmen Qubadî çi got?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname