Diyarname
Mebûsê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder li ser Meral Okay ku wefat kir axivî.
Vane gotinên Onder:
- Meral Okay yek ji wan mirovan e ku xwedî wesfên mirovahiyê bû.
- Wê sifre û keseya xwe ji bo her sînemager, şanoger û hostayên pênûsê ku ketibûn tengasiyê vedikir.
- Kî biketa tengasiyê xwişka me Meral digihîşt hewarê.
- Di Beynelminelê de wê serlîstikvanî kiribû û ji min zêdetir xwedî li karê fîlm derketibû.
- Du hefte berê li nexweşxaneyê ez çûm serdana wê, rewşa wê gelek giran bû. Sezen Aksu ew qet bi tenê nedihişt. Keda Sezen gelek e.
***
Nûçeya eleqedar:
- Senarîsta navdar Okyay Wefat kir


