NAVENDA NÛÇEYAN
Kongreya Netweyî ya Kurdistanê (KNK) li Nahiyeya Qerehencîr a Kerkûkê bi beşdariya 250 delegeyên ku ji partiyên siyasî, parlamenter, mamoste û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, lêkolîner, rewşenbîr û kesaşetên serbixe bûn "Şêwira Neteweyî" li dar xist. Ev xebat rojên 24-25 mehê li dar. KNK'ê encamnameya şêwrê eşkere kir.
Di encamnameya ku hat eşkerekirin de tê xwestin ku parlemena Kurdistana Federe aktîf bibe. Encamname li ser aborî jî van tiştan dibêje: "Cudakirina aboriya neteweyî ji tak û partiyan, bi rêya danîna xezîneyek netewî ji bo dahata neteweyî.
*Rawestandina firotina karta giştî ya Kurdistanê/ Berhemên giştî bi karta taybet. Pêwîst e her cure karta giştî ango berhemên neteweyî li ser bingehê berjewendiyên giştî be. Her wiha bi yasa were rêk û pêkkirin û çavdêrîkirin. Divê zelal be ku ev berhem xizmeta pêşxistina xizmetguzariya giştî dike.
* Pêkhatina (Komîsyon, Deste, Komîte) di vê civînê de ku bikare projeya çareseriya krîzan darijîne.
* Di demek kurt de mafê zeftkirî yê welatiyan wekî mûçe û pêwîstiyên jiyanê ji aliyê desthilatdaran ve li wan were vegerandin."
Encamname dixwaze serweriya yasayî divê hebe û divê maf, azadiya rojnamegeran û takên civakê were parastin. Serwerî û Serberziya xakê were parastin û divê em her kes li pêşiya yasayan yek bin.
KNK'ê xwest ku nûneriya Rojava li Başûr û ya Başûr jî li Rojavayê Kurdistanê vebe ji ber ku ev her du parçe niha bi awayekî serbixweyiya wan heye.
Her wiha ji bo dosyayên wekî Enfal, Helebçe, Şengal û ya kurdên Feylî ji wekî serhata dîroka neteweyî ya Kurdistanê werin berhevkirin
KNK di encamnameyê de dibêje divê hêzên pêşmerge û gerîla li hemû cihên Kurdistanê yên rizgarkirîne bimînin û ji wan deveran venekişin; di dema hebûna her pirsgirêkekî ji bo parçeyek Kurdistanê de divê parçeyên din xizmet û alîkariyê bike.
Encamname daxwaza lidarxistina kongreya neteweyî dike, ji bo Meclisa Şengalê jî daxwaz dike ku Hikumeta Herêma Kurdistanê wê bi fermî binase û jê re alîkar be.