QAMIŞLO
Suryaniyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku rêveberiya xweseriya Demokratîk a Rojava bi hilbijartinên niha li bakurê Kurdistanê têne lidarxistina girêdayî ye û gotin ku pêwîste gelên Tirkiyê piştgiriyê bidin Partiya Aştî û Dîmokrasiyê (BDP) da ku vîna gelan derkeve pêş.
Welatiyê Suryanî yê binavê Ebdulmesîh Qiryaqis da zanîn ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê bi tevlîbûna hemû pêkhateyên herêmê hate damezirandin û wiha dom kir: ''Rêveberiya Rojava dê bi rewşa erênî ya li Tirkiyê bi bandor bibe, hilbijartinên ku dê li Tirkiyê bêne lidarxistin dê di xizmeta gelê kurd û hemû gelên din ên Tirkiyê bike ku bi xwe rêveberiya xwe bikin.'' Qiryaqis, bang li hemû welatiyên Bakurê Kurdistanê kir li dijî desthiladariya Tirkiyê ya dîktator hêza xwe bikin yek û dawî li desthilatdariya dektator bînin.'' Qiryaqis, got ku em hêvî dikin ku gelê kurd û di riya pirojeya xweseriya demokrasiya Tirkiyê karibin bibin amûrê demokratîkbûna hemû Tirkiyê û nijatperstiya netewî ji holê rakin.''
Welatiyê suryanî yê bi navê Melek Somê da zanîn ku pirojeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku niha li Rojava pêşketiye mînaka herî durist a çareserkirina hemû pirsgirêkên li herêmê û ev tişt anî ziman: ''Em hêvî dikin ku partiya Aştî û Demokratiyê (BDP) û partiyên li ser xeta wê yên Tirkiyê di hilbijartinan de biser kevin û pêşerojeke demokratîk ji Tirkiyê pêş bixin.''
Somê, da zanîn ku pêwîste hemû gelên Tirkiyê dest bidin hev û rayên xwe bidin BDP'ê ku misogeriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Rojava û Bakurê Kurdistanê ye. Somê, bang li suryaniyên Bekurê Kurdistanê û Tirkiyê kir ku di vê demê pişgiriya Rêveberiya xweser bikin û raya xwe bidin BDP'ê da ku bi azadî jiyan bikin. Somê, got ku serkeftina BDP'ê tê wateya rakirina sînorên di navbera Rojava û Bakur de.
Ciwanê bi navê Ramî Somê jî destnîşan kir ku pêwîste gelên Tirkiyê raya xwe bidin BDP'ê da ku gelên Tirkiyê bi azadî jiyan bikin. Somê Rêveberiya Xweser a Rojava bibîr xist û got ku gelê Rojava nû Rêveberiya Xwe ya Xweser îlan kirine û wiha dom kir: ''Piroje nû li Rojava hatiye avakirin, ez bawer dikim ku rêveberiya Xweser ku berhemên wê li Rojava diyar dibe mînaka herî rast a ji bo Bakurê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê pêwîste hemû gelên herêmê bi kurd, ereb, tirk û hemû pêkhateyên din pişgiriya Rêveberiyê dikin û raya xwe bidin BDP.''
ANHA


