Stenbol
Xelata Wêjeyê ya Erdal Oz ku ji bo bîranîna Weşanger Erdal Oz ji aliyê Weşanên Canê ve tê dayîn îsal dan Murathan Mungan.
Ji bo dayîna xelatê li Muzeya Perayê merasima xelatdayînê li dar ket. Di şevê de Mungan
xelata xwe ji Seroka Juriya Hilbijêr a Xelatê Nuket Esen girt û got: "Tiştên wate li vê xelatê dike navê kesê ku lê kiriye, yanê Erdal Oz bi xwe ye."
Mungan got ku wî di sala 1973'yan de Erdol Oz nas kiriye û wisa got: "Rojên me bi hev re demek dirêj di bîra min de man û min ji bîr nekirin."
Weşanger Erdal Oz ku di 26'ê adara 1935'an de li Yildizeliya Sêwazê hatibû dinê di 6'ê gulana 2006'an de wefat kir.
Oz nivîskar û xwediyê Weşanên Canê bû. Weşanên Can ji sala 2008'an ve li ser navê Oz, Xelata Wêjeyê ya Erdal Oz dide. Heta niha ev xelat dan van kesan: Gulten Akin, İhsan Oktay Anar, Nurdan Gurbilek, Şavkar Altinel û niha Murathan Mungan.
Foto: DÎHA
***
Nûçeya eleqedar:
- Xelata Erdal Oz didin Murathan Mungan