logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Roja Alzheimer a Dinyayê, ne bîra xwe, ne bîra neteweyî winda nekin
  2. Jîna Amînî û 'Jin Jîyan Azadî' berendamên Sakharovê ne
  3. Li Şanoya Bajêr 4 lîstik hene
  4. Va ye bernameya FîlmAmedê
  5. Keleha Necimê tê restorekirin
news-details

Dokumentera Dr. Şivan û roja me

  • Dîrok: 13/12/2013
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Azîz Ogur

“Dema em li başûrê Kurdistanê bûn, Em çend heval tevî Dr. Şivan bi riyekê de diçûn, çend keçên ciwan ji pêşberî me ve hatin. Piştî koma keçan derbas bû Dr. Şivan rawestiya û ji me re got, ‘ger ev doz biçe serî û em bibin xwedî ax û maf dibe ku ez tune bim, lê daxwaziya min ji we opera û baleyê ji bîr nekin. Binêrin keçên me evqasî delal in, bila ew jî opera û baleyê bikin” (Rêhevalekî Saît Kirmizitoprak-Dr. Şivan)

Derhêner Çayan Demîrel ku navê xwe bi belgefilmên “Dokumentara 38’an” û  “Diyarbakır 5 No’lu” ragihand îmzeya xwe avêt binê xabateke nû ya girîng. Demîrel xabata bi navê, ‘Saît Kirmizitoprak, Dokumentera Dr. Şivan’ bi dawî kir. Dokumentera bi hewldanên lawê Saît Kirmizitoprak hatiye amadekerin de ji devê malbat, xizm û rêhevalên Saît Kirmizitoprak (Dr. Şivan) jiyan, têkoşîna wî û rûyê rast yê feodalîteya Kurd di şexsê Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û malbata Barzanî radixe ber çavan. Ji destpêka jiyanê heta bi komployê îdamkirina Saît Kirmizitoprak di dokumenterê de bi şêwazekî peryodîk û yek bi yek ji devê şahidan hatiye nîşandan. Dokumenter bi kurdî û tirkî hatiye amadekirin û nêzî du saetan dom dike. 

Ji bo nifşên nû kurte jiyana Saît Kirmizitoprak: Di sala 1935’an de li gundî Civrak ê Nazimiyeya Dêrsimê ji dayik bû. Fakulteya Tibê qedand. Di sala 1959’an de di doza navdar a 49’an de hat darizandin. Piştî vê dozê hat sirgunkirin. 

Di sala 1970’yî de KDP-T (Partî Demokratî Kurdistan li Tirkiyeyê) saz kir. Li herêma Behdînanê bi cîh bû û di demeke kin de bu xwedî hêz û piştgiriyeke mezin. Di pêvajoya ku amadekariyên destpêkirina şerê gerîla li bakûrê Kurdistanê dida de bi komployeke îstîxbarata tirk û PDK’ê di 26’ê kanûn a 1971’ê de tevî du hevalên xwe li herêma Gilela ji aliyê PDK’ê ve hat îdamkirin...

Beriya her tiştî di şert û mercên dema xwe de di nava PDK û hêza girêdayî wê KDP-T’ê de mîna tevgereke modern û ji wan cudatir xwe disipêre çina bindest û komên xizan derkete pêş. 

Meyldariya sosyalîst û şêwazê rêxistinbûyîn, hedef, plana destpêkirina şerê gerîla li bakûrê Kurdistanê, di demeke kin de di nava gel û eşîrên kurd ên botan û Behdînanê de dengvedan tev nîşan dide ku ger ev tevger di encama koploya MÎT û Barzaniyan de ne hatiba tasfiye kirin namzet bû ku çarenûsa Kurdistanê bihguherîne. Jixwe piştî tasfiye kirin û îdamkirina Saît Kirmizitoprak hebûna KDP’ê ya li bakûrê Kurdistanê tenê û tenê rol û  misyona pasîfîzekirina kurdan  girte ser xwe.

Tevgera Saît Kirmizitoprak di demeke kin de encamên girîng ji xabatên rêxistinbûyînê bi dest dixe û di xeta Behdînan û Zagrosê de destekeke girîng a eşîrên kurd bidest dixe. Di nava gel de mîna lîderekî tê qebûlkirin, nav û dengê wî li Başûr û Bakur belav dibe. Yek ji endamê PDK’ê yê demê ku wî nas dike bi gotina, “Dr. Şivan Che Guevarayê kurdan bû” ji bo naskirin û têgihiştina taybetmendiyên wî tesbîteke girîng dike. 

Li aliyê din hewldanên wî yên xwe gihandin û hevkariya bi şoreşgerên tirk ê demê Denîz, Mahîr û yên din jî aliyê modern ê tevgera wî nîşan dide. 

Modernbûna tevgera Dr. Şivan, meyldariya sosyalîst, navdarbûn û derketina pêş a mîna lîderekî kurd, planên destpêkirina şerê gerîla, dengvedana di nav gel û eşîrên nêzî tevger û malbata Barzanî de dibe sedem ku hem dewleta tirk, hem jî tevgera Barzanî wî ji bo xwe xeter bibîne û bikevin lêgerîna tasfiye û ji holê rakirinê. 

Xuya ye bi nîşandana tevgera Dr. Şivan a mîna tevgereke ‘komunîst’ ji DYA û Israîlê jî destekê distînin. (Di belgeyên MOSAD’ê de ev rastî derdikeve holê). Li aliyê din kesên derdora Dr. Şivan jî dema dibînin ku stratejiya wî ya şerê Gerîla heye ji ber giraniya mijarê, tirs û ketina xetereyê ya berjewendiyan bi hincetên cuda xwe jê dûr dikin. Heta di komployê de jî cîh digirin. 

Di dawiya dokumenterê de jî zelal dibe ku Dr. Şivan tevî gelek taybetmendiyên xwe yên serkeftî di analîzkirin û naskirina feodalîteya Kurd, tevgera başûrê Kurdistanê,  têkiliyên malbata Barzanî bi îstîxbarat û dewletên herêmê de kêm maye. Belkî jî ji ber hestên mezin ên welatparêzî bi dilpaqijî û safîtî tevdigere. Tevî xetereyê hîs dike û dibîne jî bi gotina, “Ez bawer nakim Mele Mistafa Barzanî derfetê bide jiholê rakirina me” xwe teselî dike. Ji ber vê yekê jî beyî îradeya xwe di nava hunandina komplo û tasfiyeya li dij tevgera wî de jî bi heman safîtiyê tevdigere û dikare were gotin jî dibê qurbana vê yekê.  Di demên dawî de rastiyê dibîne lê êdî dereng maye. 

Yên êrîşkariya li dij Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya di bin serokatiya malbata Barzanî de baş analîz nakin piştî temaşekirina vê dokumenterê wê bi rehetî bigihijin encamên berbiçav. Dîsa yên di şovên AKP’ê û PDK’ê yên li Amedê jî nagihijin jî dikarin bi temaşekirina vê dokumenterê di feraset û têgihihiştina PDK’ê û feodalîte û derdorên serdest ên Kurd bigihijin. 

Li aliyê din yên bixwazin sir û raz a ku PKK 40 sale li herêmê têkşînê dide û bi hezaran komployên mîna ya li dij Dr. Şivan re rû bi rû ma jî dîsa têk neçû fahm bike jî wê bibînin ku taybetmendiya herî mezin a PKK’ê, dersderxistina ji dîrokê û di tevgera xwe de cîh nedayîna hestyariyê ye. 

Dr. Şivan di salvgera îdamkirina Şêx Seîd û hevalên wî de KDP-T saz kir û ji aliyê PDK’ê ve di 26’ê kanûnê de hate qetilkirin. Balkêş e Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di şeva 26’ê kanûnê bi 27’ê kanûnê ve girêdide de hate damezirandin. Ji bo yên dixwazin temaşe bikin navnîşana înternetê ya Dokumentera Dr. Şivan: http://www.drsivan.info/

 

Ji Azadiya Welat hatiye girtin 

Parve Bike

Youtube Me

Peyama Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûkê

news

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Nivîsên Nû
news

Nûdem Durak û Emma Kok

  • Mîrza Ronî
news

Rojbûyîn û 12’yê Rezberê

  • Aytenxan
news

Ji pirsa Murat Bayram bersiveke rast dernakeve

  • Cemil Oguz
news

Kevoka li asîmana Cizîrê

  • Mîrza Ronî
news

Cêwiyê êşê Zubêr Salih

  • Helîm YÛSIV
news

Hebûn, Kakil, Heyîn, Sartre

  • Çorê ARDA
news

Rewşenbîrên ereb û kurd

  • Helîm YÛSIV
news

Gundên Bê Zuriyet

  • Kazim Polat
news

Navê Aqil Gelo ye!

  • Dilşêr Bêwar
news

Du Stran û Varyantek

  • Veysel Vesek
news

Li nav otobusê wêneyê jinika tazî

  • Dilşêr Bêwar
news

RENGÊ ŞÎRÎN Û TARÎ

  • Aytenxan
news

Qezencên ji nivîskariya bi kurdî

  • Helîm YÛSIV
news

Di 'Şapat'ê de paradoksa bindestiyê

  • Çorê ARDA
news

MIN GEZKE

  • Dilşêr Bêwar
Ev jî hene
ad

Rojnameya Tarafê weşandina nûçeyên asparagas didomîne

ad

Komên 'EURO 2020'î

ad

'Çavên herî xweşik ên sînemayê' hatin girtin!

ad

Li ser Fûara Pirtûkan a Frankfurtê du nivîsên nû

ad

Amed Spor kengê û çend caran tê Stenbolê?

ad

'Mamoste', 'Mirovê Yekem' û 'Anons' derdikevin pêş

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Roja Alzheimer a Dinyayê, ne bîra xwe, ne bîra neteweyî winda nekin

  • 21 09 2023
news

Jîna Amînî û 'Jin Jîyan Azadî' berendamên Sakharovê ne

  • 21 09 2023
news

Li Şanoya Bajêr 4 lîstik hene

  • 21 09 2023
news

Va ye bernameya FîlmAmedê

  • 21 09 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Veysel Vesek
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname