Diyarname
Piştî êrîşa kovara Charlie Hebdo ku 12 kes têde hatin kuştin bi deh hezaran fransî daketin qadan û bûyer şermezar kirin.
Franzî di serî de dora avahiya kovarê, Qada Komarê û gelek cihên din hatin ba hev û bûyer şermezar kirin.
Çalakvanan parkartên li ser "Je suis Charlie"/ “Ez Charlie me” nivîsandî bilind kirin. Hinan afîşên wekî "Berdêla azadiya çapemeniyê nîn e", "Charb azad bû" (ji bo Gerînendeyê Kovarê Charbonnier ) bilind kirin.
Serokdewletê DYA'yê, Serokwezîra Almanyayê, Serokwezîrê Îngilistanê peyama sersaxî weşandin û diyar kirin ku ji bo Fransayê
pêdivî bi çi hebe dê bikin.
...Çalakiyên fransiyan hê didomin....
***