Enqere
Mebûsê BDP'ê yê Şirnexê Hasip Kaplan li meclisê got ku "dê 7 wezîrên hikumetê biguherin". Piştî ku AKP'yî şaşwaz bûn û berê xwe dan Kaplan, Kaplan diyar kir ku îro 1'ê Avrêlê Roja Hekekan a Dinyayê* ye, pêre jî AKP'yî keniyan.
Kaplan paşê axaftina xwe ya asan dom kir. Kaplan got ku Serokwezîr Erdogan bi kî re hatibe cem hev, kî maç kiribe ew ji desthilatdarî ketiye û wisa got: "Serokwezîr di demên dawî de çûbe kîjan welatî, kîjan rêber maçî kiribe, aqûbeta wî xira bûye. Binêrin çû Qedafî maçî kir, ew çû. Mubarek maç kir ew çû. Berlusconi maçî kiribû, ew jî çû, Esad maç kir, textê Esad niha diheje. Serokwezîr li Seûlê Obama maçî kir, îsal li DYA'yê hilbijartin heye û rewşa Obama ne baş e. Ji ber vê yekê hay ji xwe hebe. Binêrin mebûsên AKP'ê yên serdema borî ji Başûrêrojhilat û Rojhilat hatibûn hilbijartin û Erdogan ew maçî kiribûn di vê serdema meclisê de ez yekî jî nabînim. Hûn dîsa jî hay ji xwe hebin."
***
Nûçeya eleqedar:
*Weşanxaneyên Kurd bang li dewleta Tirkiyeyê kirin