Ji koma AC Virgin KA 20 lîstikvanên fûtbolê ku ji Zambiyayê vedigeriyan Kongoyê, di dema keştiya wan noqav bû de di navê de xeniqîn.
Dema lîstikvan û temaşevan ji deplasmanê vedigeriyan pêlên bilind û bi şid rabûn, di encamê de 3 motorên behrê bi ber avê ketin.
AV Virgin KA ya Komara Demokratîk a Kongoyê roja yekşemê ji deplasmanê vedigeriyan.
Cîgirê Waliyê Luapula yê bi navê Aaron Mushanga got ku di keştiyê de 100 kes hebûne, komên rizgarkirinê 80 kes ji nav avê xilas kirin lê mixabin 20 kesî jiyana xwe ji dest da.
Serokê FIFA'yê Joseph Blater jî vê roja çarşemê (28 adar) peyameke sersaxiyê ji Serokê Federasyona Fûtbolê ya Kongoyê Constant Omari Selemani re şand.(sporx)


