Diyarname
Hilbijartina ji bo Serokê Şaredariya Stenbolê îro serê sibê saet 8'an de dest pê kir û saet 17'an de bi dawî bû. Li gor encamên nefermî berendamê Îtîfaqa Miletê Ekrem Îmamoglu bi ser ket. Bi vê yekê re piştî 25 salan yekem car AKP û xeta li ser dimeşe têk diçe.
Hilbijartina Herêmî li Tirkiyeyê di 31'ê adara 2019'an de li dar ketibû. Berendam Îmamoglu bi ser ketibû lê li ser îtîraza AKP'ê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) hilbijartin betal kiribû û îro ew hilbijart carek din li dar ket. Ligel CHP û Îyî Partî ku bi awayekî fermî îtîfaq kiribûn, HDP'ê jî piştgirî dabû vê hilbijartinê. HDP'ê îro ji 31'ê adarê zêdetir piştgirî da û wisa diyar e Îmamoglu ji beşên din jî deng girtiye. Li gor encamên ne fermî Îmamoglu bi sedî 54 bi ser ketiye û reqîbê wî Bînalî Yildirim ku berendamê AKP-MHP'ê bû di sedî 45'an de maye.
Dengdan saet 17'an de bi dawî bû, lê piştî du saetan encam hatin û saet li dor 19'an Yildirim derket Îmamoglu pîroz kir.
Ekrem Îmamoglu saet li dor 19.45'an derket pêşberî kamerayan, pêşî kêfxweşiya xwe anî ziman dûre got ku îro pêvajoya biratî, hezkirin û hurmetê dest pê kiriye. Her wiha Îmamoglu got ku ew dê ligel her kesî kar bikin.