Diyarname
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) li ser hilbijartina 14'yê gulanê helwesta xwe eşkere kir.
PSK'ê bi ser malpera xwe ya fermî re daxuyaniya nivîskî belav kir û got ku di hilbijartinê de wekî berendamê serokomarî ewê dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglu û ji bo mebûsiyê jî ewê dengê xwe bidin berendamên Yeşil Sol Partî.
PSK di nav Îtîfaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurdan de cih digire.