Nivîskar û rojnameger Ruşen Çakir li ser Tevgera Siyasî ya Kurdan û helwesta lîberalên tirk sê nivîs li ser hev de di rojnameya VATAN'ê de nivîsîn. Ji aliyê helwesta Tevgera Siyasî ya Kurdan û helwesta lîberalên tirk a nêzîbûna tevgera kurd ve me girîng dîtin. Em van nivîsên Ruşen Çakir bi wergera Ruşen Aslan û Cemil Oguz bi rêzê pêşkêşî we dikin. Fermo:
***
03.05.2014
Gelo kurdên nijadperest îxanetê li tirkên demokrat dikin?
Vezîrê karen derve Ahmet Davutoglu, li ser rapora Freedom House amadekiriye ku welatê me di derheqa azadiya çapemeniyê de ji “lîgê dadixîne” pir qehiriya û wisa axiviye: “Azadiya çapemeniya Tirkiyeyê ne bi wê dewletên ku behsa wan tên kirin re bên berhev dayîn, ji wan dewletên ku azadiya çapemeniya wan azad tên hesibandinan jî gelek pêşdatir e û bi rastî ji aliyê din jî bingeha azadiya ji wan welatên ku hîn qontrolan de azad derdikevin kevintir e.”
Davutoglu, gotiye ku; “Em li bendê ne ku rojnamegerên me jî vê raporê red bikin.” Ez wekî rojnamegerê ku salek din di karê xwe yê rojnamegeriyê de dikevim 30 saliya xwe ezê guh nedimê banga wezîr, lewre iz bawer dikim ku Tirkiye di derheqa azadiya çapemeniyê de ji qonaxeke gelekî astengdar û xirab de derbas dibe. (Ez hêvî dikim ev tiştên ku ez li vir dinivîsim, di warê ‘li welatê me astengiya azadiya çapemeniyê nîn e’ de wekî delil neyên bikar anîn.)
Nivîsa Mehmet Altanî
Wekî mînak gelek nivîskar û rojnamegerên bi nav û deng ên welatê me bi esasî ji sedemên siyasî, quncik û bernameyên xwe winda kirin û ji çapemeniya mezin hatin qewirandin. Lê dîsa jî kesên ku gotinên wan hene, li ber hemû astengiyan jî li ser piyan dimînin. Prof. Mehmet Altan yek ji wan kesan e. Di van rojan de nivîsa wî ya “Li rojavayê faşîzm, li rohilat xweserî?” ku di malpereke înternetê de hate weşandin, ligel xwe gelek nîqaş anî, ew yek jî nirxa Mehmet Altan nîşan dide.
Lê ez beşdarî nivîsa wî nabim. Di ser de jî dikarim bêjim ku “qet beşdar nabim”. Berê ku rexne bikim ezê hinek behsa nivîsa wî bikim. Li gor wî wisa xuya dike ku kesên îslamperest û kurd di vê pêvajoyê de di nav hevkariyekê de ne, lê di bingeha vê yekê de demokrasi tune ye. Wiha nivîsiye Altan:
"Wisa dixuye ku siyaseta kurd bawer dike ku meşa Serokwezîr Erdogan a ber bi “dîktatoriyê” rêça “xweseriyê” ji wan re veke û ew wî bi hin bazaran destek dikin.”
Ango Prof. Altan wekî seriyê nivîsa xwe wisa bawer dike ku Tevgera Siyasî ya Kurdan ji bo bi dest xistina xweseriyê wê razî bibe ku aliyê din ê welat bi “faşîzmê” re were rêvebirin, di ser de jî ji bo vê yeke zemînê amade dike.
Tespîtên rast
Bi rastî ev dîtina ku em dikarin wekî "Kurdên nijadperest îxanetê li tirkên demokrat dikin" bikartînin demeke dirêj e ji aliyê dijberên AKP’ê (ya rastirîn Erdogan) ve bi şêweyên cuda dihat bi lêv kirin lê. Lê tu kesî ev fikir bi qasî Mehmet Altan raste rast, hişk û vekirî neanîbû ziman. Ez jî dixwazim ji vê dîtinê re îtirazên xwe bi awayekê sererast binivîsinim, lê ne bi dijwarî.
Di destpêkê de ev tesbît rast e: Li nav welat li hemberî rêwîtiya Serokwezîr Erdogan pir kêm hêz hene, Tevgera Siyasî ya Kurdan jî din av wan de ya sereke ye.
Ev jî rast e: TSK hem di berxwedana Geziyê de, hem jî pêvajoya 17’ê Berfenbarê de li hemberî hikumetê bi awayekê aktîf cih negirt û bi vê helwesta xwe ji bo serokwezir bû simîda rizgarkirinê.
Rastiyeke din jî ew e: TSK ji bo gihîştina hedefa “xweseriya demokratîk” bazariyê dike û nîşan dide ku ew ji bo tawîzan jî amade ye. Ji xwe vê yekê zede venaşêre jî.
Tespîtên xelet
Lê ji vê şûnde tişt tevlihev dibin. Ya ewil, ji kurdan re xweseriyê dayinê mîna şerta sereke ya derbasbûna rêveberiyeke faşîst/otorîter pêşkêşkirin ne resteqîn e. Lewre:
1) Tekana rêça çareseriya pirsgireka kurd a mayînde ji binî heya serî demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Rewşekê wekî “ li rojavayê faşîzm, li rojhilatê xweserî” nayê ravekirin.
2) Ger em ji rêveberiyekê faşîzan behs bikin divê em heq ne heq ji rêveberiyekê nijadperest jî behs bikin. Tiştekî rasteqîn nîn e ku Serokwezîr Erdogan hem bi jorgoneke populîst neteweperestiya tirk bilind bike, hem jî xweserî bide kurdan.
3) Ger em bifikirin ku herî kêm nîvê kurdan li rojavayê dijîn, nayê bawerkirin ku Tevgera Siyasî ya Kurdan destekê bide rejîmeke zordest ku wan jî mexdûr bike. Wekî mînak ne mimkûn e kurdekê/î li Amedê bi zimanê dayika xwe perwerde bibîne ji bo xizmên xwe yên ku li Stenbolê dijîn bibêje; “zimanê zikmakî tune ye, ger tu pir dixwazî here welatê xwe?”
4) Di ser de jî; pêdiviyên xwe çi qas anîne cih em dikarin nîqaş bikin lê Tevgera Siyasî ya Kurda tevgereke ku ji mêj ve demokratbûna Tirkiyeyê ji xwe re wekî armancek girtiye.
Hîn gelekê gotinên me hene. Emê sibe bidomînin.
Wergera ji tirkî: Ruşen Aslan
**********************************
04.05.2014
Evîna nîvcomayî a kurd û lîberalan
Baweriya min ew e ku li Tirkiyeyê sê aliyên bingehîn ên şerên desthilatdariyê hene ;AKP, Fetullah Gulen û Tevgera Siyasî a Kurda (TSK). Hin aktorên siyasî jî ji bo ku tevli pêvajoyên siyasî bibin têkîliyên nav vê her sê aliyan, îtîfaq û şerên wan, dişopînin û li gor vê yekê hewil didin ku ji xwe re rêyek serbixwe, herî hindik jî rêyeke xweser vekin an jî wekî pir caran dikevin pey ji wan yekê (di careke de li pey çend ji wan).
Gera evîneke nû ya lîberalan
Tam di vê qonaxê de kesên ku herî zêde balê dikişin kesên ji kêm hejmar lê bi bandoriya xwe ji wan re “liberal” (Ez dizanim ku di derheqê vê mijarê em dikarin degelek nîqaşen bikin lê ez wisa dihesîbînim ku hatiye fêmkirin ku ez behsa kîjan derdorî dikim) tê gotin hene. Şikestina xeyalên wan kesan a bi AKP’ê re ku di demek di asteke mezin de destekê dabûn AKP’yê, di sermaweza 2012’yan de min di nivîsa xwe ya bi navê “Têkiliya eşq û nefreta AKP û lîberalan” de vegotibû. Ji wê rojê vir de nefret gelekî bilind bû û kesên ku bi peyva liberal binavkirî, bi lêgera nû ya evînê ve berê xwe dan kurdan bi xwezayî jî berê xwe dan Tevgera Siyasî ya Kurdan. Lê ji nivîsa Mehmet Altan a bi navê “Ma li rojavayê faşîzm, li Rohilat xweserî?” ku me do dest bi nîqaşê kiribû, wisa xuya dike ku ew evîn berî destpêbike bi xemgîniyeke bi dawî bû.
Hîn îtîraz
Piştî destpêka ew qas dirêj ez dixwazim ji cihê ku do mabûm rave bikim ku çima ez beşdarî nivîsa Altan nabim.
Ya ewil: Gava bi salan ji kurdan re bi destê dewletê ve zilm, zext, red û înkar rewa dihat dîtin, ji rojavayê welat îtîrazên pir sist derketin. Di vê rewşê de îro ne rewaye ku hun gazincan ji kurdan bikin û ji wan re bibejin; “ma hûn ê ji bo bi dest xistina xweseriyê, me radestê faşîzmê bikin?”
Dûre: Ez wisa difikirim ku di bingeha pirsgirekê de xwînsivikiya lîberalan heye. Li hemberê vê yekê Tevgera Siyasî ya Kurdan dizane ku sebrê bike. Bi pêvajoyeke berdelên giranbuha ku bi salan dewam kir gihîştên vê qonaxê û naxwazin wan desxistiyên xwe texin rîskê. Bûyerên wekî hêdî dewam kirina pêvajoya çareseriyê, hewildana papokirina hikumetê bi taybetî jî ya serokwezîr, mîna lîberalan dilê wan natirsîne. Lewre wan bawerî bi hêza xwe aniye û ew dizanin ku ji bilî çareserkirina vê pirsgirekê vebijarka dewletê nîn e.
Sêyem: Ji aliye dewletê ve muxatabgirtin serketina herî girîng a TSK’yê ye. Raste rast bi Îmralî (Ocalan) re hevdîtin, hevdîtinên bi dizî an neyekser bi Qendîl (PKK) re tê wê wateyê ku xeyela herî mezin a vê tevgerê pêk hatiye.
Ya çaremîn: Ji bo TSK’yê sedema herî mezin a xirakirina navbera xwe û AKPyê ji xwe re muxatabekê xurtir û baştir dîtin e. Lê me di hilbijartinên heremî de dît ku vebijêrka yekane ku dan ber kurdan CHP bû. Lê CHP di pirsgireka kurd de ji bilî gotina “gava tu kesî behsa pirsgirêka kurdan nedikir me raporek amadekiribû”, jê wêdetir tu gotineke cidî nabêje. Ya girîngtir jî CHP hîn ji asta “naskirina realiteya kurd” derbasî asta “naskirina tevgera siyasî a kurd” nebûye, wisa dixuye ku hêj derbas nebe. Ango ne rasteqîn e ku Tevgera Siyasî ya Kurdan ji bo partiya muxalefeteke ku wê muxatab nagrê, navbera xwe û AKP’ya ku deh sal in bi tena serê xwe li desthilatdariyê ye xera bike.
Ya dawî: Tevgera Siyasî ya Kan bi taybetî helwesta xwe ya hişk a li hemberî ola Îslamê nerm kir û astengiya herî mezin a li ber girsebûyîna xwe ji holê rakir; îro ew qonaxa herî xurt û bi xwe bawer dijî. Ger hûn bixwazin bibin aktoreke girîng û wisa bimînin şerta sereke divê hûn li erdnîgareyeke mîna Rojhilata Navîn, ne tenê li Tirkiyeyê; Îran, Sûriye û Iraqê, her tim pêvajoyên nû rast bixwînin, li gor wan xwe biguherînin û xwe bi pêş de bibin, ya kurt û kurmancî divê hûn siyaseteke baş bikin. Loma jî aktoren siyasî yên din divê tiştan nedin ber Tevgera Siyasî ya Kurdan, hewil bidin ku ji wan hîn tiştan fêr bibin, ew yek wê hîn baştir be.
Hîn gotinên min hene. Emê bidomînin.
Wergera ji tirkî: Ruşen Aslan
**********************************
05.05.2014
Dewlet Ocalanî, yan Ocalan dewletê bikar tîne?
Abdullah Ocalan di 15’ê reşemiya 1999’an de li Kenyayê hat qufaltin û ew teslîmê Tirkiyeyê kirin. Di van 15 salan de li Girava Îmralî ew çawa dijî, ya herî girîng bi dewletê re têkiliyeke wî ya çawa heye, di van waran de em ne xwedî agahiyên bi ewle û zelal in. Dibe ku di pêşerojê de ew bi xwe û aktorên vê pêvajoyê bîranînên xwe binivîsin û em bibin xwedî agahiyên baştir.
Di 15 salên Ocalan ên mayîna li Îmraliyê de pirsa herî zêde tê meraqkirin ev e: Dewlet Ocalanî yan Ocalan dewletê bikar anî, bikartîne? Dema ev pirs tê pirsî, bibe nebe du bersivên sereke derdikevin pêşberî me: 1- Dewlet Ocalanî bikar tîne; 2- Ocalan dewletê bikar tîne.
Nêrîna muxalifên AKP’ê
Ji ber ku di dest de zêde agahiyên berbiçav nîn in, gelek caran jî ji nûçeyên spekulatîf, lê piranî li tiştên tên jiyîn tên nêrîn û bersiva vê pirsê tê dayîn. Û bibe nebe bersiv li gor kesê nêrîna wî ya li AKP’ê diguhere. Lewre di van 15 salan de 12 jê AKP’ê bi tena serê xwe welat bi rê ve bir, bi rê ve dibe û AKP, bi taybetî di nîveka duyemîn a desthilatdariya xwe de hevdîtinên çareseriyê ku Ocalan di navenda wê de ye bi rê ve dibe.
Lewre beşek mezin a ji yên ku dibêjin “Ocalan dewletê bikar tîne” ji muxalifên AKP’ê yên qekî MHP, neteweperest*, CHP pêk tê. Lê ew ne bi tên ne: Kurdên ku Ocalanî wekî rêberê xwe dibînin, pê bawerî tînin ku ew tu demê li gor ya dewletê nake, li gor wan jî ger aliyek aliyekî bikar tîne ew jî ew e ku Ocalan dewletê bikar tîne.
Koalîsyonên balkêş
Koalîsyoneke wek vê ya balkêş, dema em difikirin ku dewlet Ocalanî bikar tîne derdikeve pêşberî me. Helbet pêşî alîgirên AKP’ê, bi taybetî yên girêdayî Serokwezîr Erdogan. Li Anadoluyê, ligel ku tam hevdîtina bi Ocalan re qebûl nakin jî fikra “Tiştekî ku Tayyîp Beg pê dizane heye, ew me nafroşe” serdest e. Ligel AKP’yiyan tevgerên derveyî PKK’ê û hin rewşenbîrên kurd (ku hin ji van alîgirên cudaxwaziyê ne, hin jê xwedî pozîsyoneke berevajî, her wiha di nav wan de hin jê navbera wan û hikumetê gelek baş e) jî di wê baweriyê de ne ku Ocalan tê bikaranîn.
Her wiha aliyên ku em bi ser nivîsa Mehmet Altan a bi sernavê “Li rojavaya faşîzm, li rojhilat xweserî?” re wan rexne dikin, ew alî di wê baweriyê de ye ku Tevgera Siyasî ya Kurdan ji bo xweserî bi dest bixe li hemberî otorîterbûna faşîzane ya li rojava deng dernaxe. Yên xwedî vê fikrê ne bi awayekî eşkere nebêjin jî, di wê baweriyê de ne ku di encama bazara di navbera Ocalan û MÎT’ê ya li Îmraliyê de li ser vê yekê lihevkirin çêbûye..
Di vê navberê de em mafên wan nexwin, nêrîna Cemaeta Gulen gelek cuda ye. Ew ji aliyekê ve piştgirî didin fikra “Ocalan dewletê bikar tîne” û dikin ku hikumetê lawaz bikin, li aliyê din ve îdîa dikin ku MÎT’ê û Muşteşar Hakan Fidan di nav dewletê de ji xwe re cihek xweser çêkiriye (her wiha dikin rêyek bibînin Fîdanî bi rejiya Îranê ve têkildar bikin), ew îdîa dikin ku Ocalan, lewre Tevgera Siyasî ya Kurdan bûye wekî “Pêlîstona” MÎT’ê û bi vî awayî tevgera pîsîkolojîk didin dest pê kirin. (Demekê ew kesên wekî padîşahan heta kî dihat ber şûr li serê wan dixist, piştî rutbeyên wan ji wan hatin girtin bûn trolên çapemeniya civakî ya sanal, jixwe ne hewceye em ji bo wan kesan xemgîn jî bibin)
Kes kesî bikar nayne
Tevgera kurd di dîroka xwe de îro li asta xwe ya herî bi hêz e. Ev yek nîşan didin ku fikra dewlet Ocalanî bikar tîne pûç derdixe; helbet yên ku vê wekî projeyeke dewletê dibînin hene ku em tiştek ji bo wan nabêjin. Li aliyê din ji ber ku pêvajoya çareserî pir û pir hêdî dimeşe, ji ber bangên li ser başkirina rewşe xwe bi giştî bêbersiv têne hiştin jî, nîşan didin ku Ocalan her tiştê dixwaze nikare bi dewletê bide qebûlkirin.
Ez wekî kesekî ku van 15 salan heta dikare ji çavkaniyên cuda û ji nêz ve dişopînim, ez dikarim bibêjim têkiliya dewlet û Ocalanî li ser grafîkek dadikeve û bilind dibe dimeşe; kes kesî bikar nayne, a rast niyetek wisa hebe jî hev bikar nayne. Bi taybetî bi pêvajoya dawî ya çareseriyê re hevdîtina mebûsên BDP/HDP’ê bi Ocalan re, her wiha di navbera Ocalan û Qendîlê de sazkirina pirekê hinek kir ku spekulasyonan kêm bike (Ji ber ku dewlet her van hevdîtinan qut dike, diyar e ku ev hevdîtin tam li gorî daxwaza wî nameşin).
Wekî ku gelek kes li bendê ye, ger hevdîtina Ocalan û çapemeniyê çêbibe dê rewş hinek din zelaltir bibe û fikrên “ew, ên din bikar tîne” yan jî “wan li nav xwe de li hev kir, dê me têk bibin” bi temamî ji holê ranebin jî dê kêm bibin.
*Qesta Ruşen Çakir ji vê neteweperestên tirk e.
Wergera ji tirkî: Cemil Oguz