Diyarname
Di Lîga Şampiyonan de piştî Real Madrîdê, Atletico Madrîd jî bi ser ket û derket fînalê. Fînala Lîga Şampiyonan dê di navbera du tîmên Spanyayê de bê listin.
Maça yekemîn a ji bo fînalê ya di navbera Atletico Madrid û Chelsea de li Spanyayê bi 0-0 bi dawî bûbû. Di maça duyem ku li Stamford Bridge li dar ket de Atletico Madrid li mala wê Chelsea bi 3-1 têk bir û derket fînalê.
Chelsea di deqîqeya 38'an de bi gola Fernando Torres bi 1-0 derket pêş lê di deqîqeya 44'an de Adrian Loperz bersiv da û nîveka yekemîn bi 1-1'ê bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de Diego Costa di deqîqeya 60'î de penaltî avêt û tîm bi 2-1 derket pêş. Di deqîqeya 71'ê de Arda Turan gol avêt û rêya Atletico Madrîd hêsantir kir. Maç bi 3-1 bi dawî bû û Atletico Madrid di fînalê de bû reqîbê Real Madrîd* ku Real duh reqîbê xwe Bayer Munih têk biribû.
Roja 24'ê gulanê li Lîzbona Portekîzê de di Fînala Lîga Şampiyonan dê "Derbiya Madrîdê" li dar bikeve. Li Stada Estadio da Luz a li Lîzbonê cihê 65 hezar û 647 kesî heye. Real Madrîd û Atletico Madrîd ji bo kûpayê bibin mala xwe dê bi hev re bilîzin.
**
*Real serketineke dîrokî bi dest xist