STENBOL
Bi îdîaya ku têkiliya wan bi êrîşa çekdarî ya li dijî Îbrahîm Tatlises heye 15 kes hatin binçavkirin.
Kesên binçavkirî birin Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya li ser Kolana Vatanê. Hate gotin ku yek ji kesên ku hatiye binçavkirin Abdullah Uçmak e ku di 2004'an de jî amadekariya sûîkastek li hemberî Tatlises kiribû. Uçmakê ku ev çend sal in girtîbû, di dawiya 2010'an de hatiye berdan û dîsa tê gotin ku têkiliya wî bi 'Çeteya Saunayê' re heye.
Uçmak wekî zilamê Rêberê Çeteya Saunayê Kasim Zengîn tê nasîn.
Li gor agahiyên polîsan, wan li 25 cihan operasyon pêk aniye û di encamê de 15 kes girtine bin çavan.
***
Nûçeyê eleqedar:
- BDP ji bo Tatlises daxuyanî weşand
- Dixtorên Îbrahîm Tatlises agahiyên nû dan
- Dixtor: Tatlises di dema bûyerê de felc bû
- Yildizhan: Li bakurê Iraqê pirsgirêkên Tatlises hebûn
- Birîna Îbrahîm Tatlises giran e