Amed
Şaredara Ramallaha Filistînê ji bo protokola şaredariyên bira îmze bike wekî mêvana Şaredarê Sûrê hat Amedê. Şaredara Ramallahê Janet Michael çû serdana Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê
Şaredar Michael hem ji bo îmzekirina protokolê hem jî pîrozbahiya Newrozê tevî endamên Meclisê Ghatts Bosheh û Kamel Jbeil hate Amedê. Di serdana Baydemîr de ku Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş jî pêre şirîkatî kir, Şaredar Michael got ku ji ber li Amedê eleqeyeke germ nîşanî wê dane ew gelek dilşad e. Michael Newroza hemû gelên mezLûm pîroz kir û got ku ew dixwazin tevî Şaredariya Sûrê xebatan bikin. Şaredar Michael hem Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş hem jî Şaredar Baydemir vexwend Ramallahê.
Şaredar Baydemîr kêfxweşiya xwe ya ji bo mazûvaniyê anî ziman û got ku gelê Amedê û gelê Filistînê bi hin aliyên xwe dişibin hev.
Baydemîr got "îro ji bo min rojeke dîrokî ye" û ev yek lê zêde kir: "Gelê Filistînê û gelê Amedê dê bingeha pira biratiyê bavêje, ez hêvî dikim ev pir dê li hemû derê Rojhilata Navîn bibe pira biratiya gelan.
Osman Baydemîr tabloya ku mînyatura Amedê ku Matrakkar Nasuh ew xêz kiribû diyarî Michael kir.
Şaredarê Sûrê Demirbaş û Şaredara Ramallahê Michale roja 19'ê adarê saet 15.00'an de dê li Greepark otelê protokolê îmze bikin û Şaredariya Sûrê û Şaredariya Ramallahê bibin şaredariyên bira.