Diyarname
10'ê vê mehê Roja Mafên Mirovan a Navneteweyî ye. Di vê çarçoveyê de li Tirkiyeyê û li bajarên kurdan hefteyek wekî Hefteya Mafên Mirovan tê pîrozkirin. Îsal 7'ê mehê dest pê dike. Di vê çarçoveyê de li Batman, Amed, Stenbol û Îzmîrê ligel çalakiyên din belgefîlm jî têne nîşandayîn
STENBOL:
Li Stenbolê "Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan?" îro dest pê dike. Festîvala ku îsal 10’emîn car e li dar dikeve bi giştî dê 35 fîlm û belgefîlmên di vê çarçoveyê de hatine kişandin nîşan bide.
BATMAN:
Beşek ji fîlmên heman festîvalê li Amed û Batmanê jî têne nîşandayîn. Çalakiya li Batmanê Şaredariya Batmanê organîze dike. Li Batmanê îro saet 13'an de dest pê dike. Roj3en 7, 8 û 9'ê mehê dê fîlm û belgefîlm bêne nîşandayîn.
AMED:
Li Amedê li Şanoya Bajêr a Amedê beşek belgefîlmên Festîvala Fîman a Kîjan Mafên Mirovan têne nîşandayîn. Di navbera 7-11'ê mehê de 8 fîlm/belgefîlm dê bêne nîşandayîn.
ÎZMÎR:
Li Îzmîrê bi navê "Rojên Belgefîlman" di navbera 11-14'ê mehê de çalakî li dar dikeve. Rojên Belgefîlman ku ji aliyê TÎHV'ê ve tê organîzekirin dê gelek belgefîlmên di vê çarçoveyê de hatine amadekirin bêne nîşandayîn.
Hemû çalakî bê pere dikarin bêne temaşekirin.