Diyarname
Festîvala Fîlman a Venedîkê îsal 77'emîn car li dar dikeve. Niha endamên juriya mezin ku dê serketiyên Şêrê Zêrîn diyar bikin hat eşkere kirin. Seroka Juriyê Cate Blanchett e.
Festîval îsal dê di navbera 2-12'yê rezberê de li dar bikeve. Kurtedemek berê klasîkên ku dê bêne nîşandayîn hatibûn eşkere kirin û niha jî endamên juriya mezin. Di bin serokatiya Cate Blanchett e sê derhêner, sînemagerê alman Christian Petzold, ê îngilîz Joanna Hogg û û ji Romanyayê jî Cristi Puiu heye. Ji bilî van lîstikvana fransiz Ludivine Sagnier, nivîskara romanan a ji Avusturyayê Veronika Franz û nivîskarê îtalî Nicola Lagioia heye.
Di beşa "Horizons" (Aso) de jî serokatiya juriyê sînemagera fransiz Claire Denis dê bike. Di nav endamên juriyê yên vê beşê de jî ev hene: Christine Vachon, Oskat Alegria, Francesca Comencini û Katriel Schory.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Vane klasîkên Venedîkê


