Şirnex
Pira Deştê ku li Cizîrê ye û dîroka wê heta 150 sal berê diçe di dema ku dihat temîrkirin hilweşiya
Ji bo restorekirina Pira Deştê ku li Cizîrê ye ji aliyê 9'emîn Midûriyeta Rêyên Bejayî ya Amedê ve îhaleya wê hatibû kirin. Midûriyeta ku girêdayî dewletê ye, ji bo tamîrkirinê îhale dabû. Lê di dema temîrkirina pir de pir hilweşiya.
Xebatkarê Beşa Raçavkiri, Bicihanîn û Parastinê (KUDEB) ya Şaredariya Cizîrê arkeolog Murat Ozkalay got ku li vê derê rayeya Şaredariya Cizîrê nîn e, tenê şaredarî dikare wekî çavdar di vî karî de cih bigire û wisa dom kir: "Di xebateke wisa de tu rayeya Şaredariya Cizîrê nîn e. Lê ji bo berhemên dîrokî neyên xirakirin em wekî KUDEB di xebatên restorekirinê yên wisa de çavdêriyê dikin û dişopînin. Duh ji ber pir barîna berf û baranê, ji ber ku li dora pir kolandin hatibû kirin beşeke pir hilweşiya."