Ronî War
Tevli ku cihê ez ê herimê nêzîk e, ji bo ku xwe bigihînim otobozê li dolmîÅŸê siwar dibim. Çend kesên nas jî di dolmîÅŸê de ne. Ew kesên nas ji rewÅŸa min fêm dikin ez rêwî me, dipirsin bê ka diçim kî derê. Yek ji pêÅŸ dibihîze ku ez rêwiyê Edeneyê me, bi hêla me ve dizîvire û ji cihê xwe dibêje, “Erê, berê bavê min û gundiyên me ji Hezexê bi lingan diçûn heta wira. Diçûn xebatê.” Ji ber ku cihê ez ê lê dakevim nêzîk e, dolmîÅŸ tavilê digihîje wê derê û ew wextê ku ez karibim pê re bipeyivim tune ye, ez peya dibim. Lê bi rê de li ser peyva wî difikirim. Tînim hiÅŸê xwe bê karkerên kurd di çi rewÅŸê de li vî bajarî dixebitîn û hîna jî lê dixebitin.
Belê hatime pêÅŸangeha pirtûkan ya Edeneyê. Ev çend roj in ku pêÅŸangeh vebûye. Eleqeya li hemberî pêÅŸangehê ne wek her sal e. Hersal gelekî ji îsal çêtir bû. Ne tenê ji bo kurdî dibêjim bi giÅŸtî îsal eleqe kêm e. Hemû weÅŸanger ji rewÅŸê bi gazin in û jê nerazî ne.
Tevli ku wek her sal eleqe tune ye jî hinek xwendevanên kurdî tên me dibînin. Hinek kesên ku em hevdu nuh nas dikin tên, dixwazin ji pirsên xwe re bersivan bibînin û pirsan dikin. Li ser lingan em qala ziman, çîrok, helbest, roman û berhevkirina wêjeya devkî dikin. Hinek ji wan gazinan dikin bê çima eleqeya li hemberî ziman ewqas kêm e. Ji wan re dibêjim, “Ez hîn bûme êdî, bi min tahde nayê. RewÅŸa ziman û wêjeya me ev e.” Bi qasî ku zimanê me digere em li ser rewÅŸa ziman dipeyivin. Ji rewÅŸa wan dixuye ku xemxurê vî zimanî ne û li ber rewÅŸa ziman dikevin. Têra xwe xwendine û ji bo ku bixwînin jî hatine li berhemên nuh digerin. Ev hêviyê dide min û kêfa min tîne.
Hinek kesên kurd jî tên bi tirkî ÅŸîretan li me dikin û diçin. Bi tirkî ji me dixwazin ku em bêtir li ser zimanê kurdî bixebitin. Bêtir li zimanê kurdî xwedî derkevin. Me di nav “eferiman” de dihêlin û dimeÅŸin diçin.
Hêviya min ji wan kesan tune ye jixwe. Ew tên, kurdî ji xwe re naxwazin, xwe mecbûrî axaftin, xwendin, nivîsandin û hînbûna kurdî nabînin, ji hinekên din re dixwazin. Ji me dixwazin ku em bi pirtûkan re sîdiyên wan jî bidin ku bi deng lê were guhdar kirin, ji me dixwazin ku em filmên karton amade bikin. Ji me dixwazin ku em ji zimanên dinyayê wergeran bikin. Ji me gelek tiÅŸtan dixwazin ku em bikin. Ji me dixwazin, ne ji xwe. Kurd in, kurdî ji me re dixwazin ne ji xwe re.
Gava ku kesên wisa tên, ÅŸîretan li me dikin û bi tirkî kurdî ji bo me dixwazin ez dikenim û naxwazim bikêlimim. Naxwazim wê kêlîkê tiÅŸtekî bibêjim. Ji ber ku ditirsim peyva dawî pêÅŸî bibêjim. Min xwe hîn kiriye ew çi dibêjin li rûyê wan dinerim, dikenim û serê xwe dihejînim. Kengî ku ji xwe bawer dibim ku ez ê giran nepeyivim dibêjim, “BaÅŸ e, mala te ava.”
Belê tevli îro hîna sê rojên din jî ew ê pêÅŸangeh deriyê xwe ji xwendevanan re veke. Berî niha bi çar salan tenê weÅŸanxaneya AVA tevli pêÅŸangehê bûbû, îsal çar weÅŸanxane hene. Çar sal berê xwendevan dihatin û dipirsîn bê çima weÅŸanxaneyên kurd nayên pêÅŸangeha pirtûkan ya Edeneyê. Bi hêviya ku van sê rojên dawî wan xwendevan û wêjehezên ku dipirsin çima weÅŸanxaneyên kurd nayên tevli nabin, xwe li pêÅŸangeha pirtûkan bigrin û werin weÅŸanxaneyên xwe bi tenê nehêlin.