Amed
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê di xwarinê de bi mêvanên Konferansa Zimanê Kurdî hat ba hev. Di xwarinê de li dor 200 beşdarên konferansê, Şaredar Baydemîr, Şaredarê Sûrê Abdullah Demirtaş, hevserokên KCD'ê Ahmet Turk, Aysel Tugluk, mebûsê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçar jî amade bûn.
Baydemîr di xwarinê de axivî û got:
- Ez wekî ewladekî kurd ez serbilind im ku neviyê Şêx Seîd, Seyîd Riza, Mihemed Qazî û Mele Mistefa Barzanî me.
- Divê em her gav keda Leyla Qasimlo, Mazlum Dogan, Necmettin Buyukkaya di dilê xwe de bidin jiyandin. Amûrê xwedîlêderketina mezin ziman bi xwe ye. Ji ber ku ziman bingeh e û haveyna ku gel dike gel e.
- Ji Ehmedê Xanî heta niha ji bo yên ku li hemberî hemû zor û zehmetiyan ber xwe dane û zimanê xwe pêş xistine ez bi hezaran caran sipasiya wan dikim.
- Ji bo pêşeroja welat û gelê me pêdiviyeke lezgîn bi yekîtiyê heye. Niha dema yekîtî, hezkirin û xebatê ye.
Her wiha di xwarinê de Şaredarê Rewandizê Îsa Mihemed ji bo vê organîzeyê sipasiya Baydemir kir û tabloyeke ku ji wêneyê Rewandizê pêk dihat diyariya wî kir.
***
Nûçeyê eleqedar:
- Talûkeya nifşek ji kurdî dûrketî mezin bibe
- Daxwaza li 4 parçeyan afirandina zimaneke hevpar
- DÎTINEK LI KONFERANSA ZIMANÊ KURDÎ YA NETEWEYÎ
- Ji Konferansa Ziman çend notên roja yekemîn
- Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir


