Diyarname
Di TRT'ê de bi kurdî weşan didome lê li Girtîgehên Tîpa F bi telefonê bi malbatên xwe re axaftina kurdî qedexe ye.
Li Tîpa F ya bi nimreya 2 girtiyekî bi navê Yaşar Aslan her hefte bi malbata xwe re bi kurdî bi telefonê xeber dida, lê vê hefteyê wekî girtîgehên din li wî jî kurdî hate qedexekirin.
Aslan dema bi kurdî dest bi axaftinê kir telefon hate birîn.
Li girtîgehan hefteyê carekê girtî dikarin bi telefona girtîgehê bi malbatên xwe re xeber bidin. Lê di vê de niha tirkî kiriye mecbûrî.
Girtiyên li Enqereyê diyar kirin ku heta mafê wan ê kurdî bê dayîn ewê axaftina bi telefonê red bikin.