Perwîzê Cîhanî
Têbînî: Min li vê nivîsarê da bi danisqe pevdenga kurdî bi kar nebirîye. Wate li cîhê: xwe da min nivîsîye: xo, li cîhê bixwînim da min nivîsîye bixûnim.
Hevalên hêja zimanzan û zimannasên giranseng, mamostayan, metostayan, kesanê xudanezmûn di warê ziman û zimannasîyê da! Ez wek kesê ku temenekî li warê ziman û zimannasî û edebîyata nivîskî û zarkîya kurdî da xebitîye, evê kurtenivîsarê li ser rênivîsa kurdî pêşkêşî hewe dikim û hîvîdar im ku bibe cîhê wecwergirtinê.
Yekimîn tişta ku em debê li ser rawestin, peyva alfabê ye. Li ber wê hindê ku em gelê kurd ji çar, pênc layan da hatine dagîrkirinê û bi tore û ferhengên cur be cur perwerde bûne, her yek ji me evê peyvê gorekî cîhê perwerdebûna xwe rabêj (telefuz) dike, wekî:
Elifbê, elifbêtk, alfaba, alfabê, elifba, abêcê, abece…
Gelo ji van navana kîjan serrasttir e?
Ji bo bersivê, debê em bizivirrin û rûperrên mêjûyê vekin.
Gorekî nivîsîna mêjûnasan peyva alfabêyê ji navên her du tîpên destpêka alfabêya Fînîqîyan hatîye vergirtin. Wate ji navên alfa û bêtayê û her neteweyekê gorekî rasthatina li zimanê xo ew rabêj kirine.
Bi kurtî ji ber reh û rîşe û navên binêşeyî yên tîpan, debê ku em ji nav wan hemû navan da navê alfabêt yan jî bi kurtî alfabê yê bibijêrin, ku ji hemûyên dî resentir e.
Ji bilî navê alfabêyê hê me bi kurdî navek ji herfa erebî, typa inglîsî ra peyda nekirîye. Hindek kes ji wê ra tîp hindek jî pît û hindek jî herf dibêjin. Debê em li ser vî navî jî bihizirin û navekî kurdî jê ra peyda bikin.
Em hemû dizanin ku îro ji bilî alfabêya sîrîlîk, gelê kurd bi du cure alfabêyan dixûnin û dinivîsin. Ku navên wan îro bûne : alfabêya erebî û alfabêya latînî.
Lê ji bo ku em wek neteweyekî ji hevdu têbigîjin û bikarin nivîsarên hevdu bixûnin û ji hemûyê giringtir di warê fêrkirin û fêrbûnê da bigehine yêkatîyekê, debê em ji van her du alfabêyana yekê helbijêrin.
Em debê van herdu alfabêyana bidin ber hev û digel hev hevber bikin û bi zanistê bisengînin û serratî û kîmatîyên wan bidin nîşandanê û ji wan herdûyan kîşk baştir bû, ji bo xo helbijêrin.
Hejmara tîp yan pîtên alfabêya kurdî- erebî gorekî biriyara kongira Mehabadê ya sala 1988 an 35 lib in.
Ev alfabêya wek ji navê wê ra dîyar e, ji alfabêya erebî/ aramî hatîye wergirtin û bi danana hindek nîşane û durşman bo zimanê kurdî hatîye amade kirinê. Lê mêjûyê nîşan daye, ku ev alfabêya nikare kirasê zimanê kurdî li xwe bike. Lewra ku gelek kêmatî li wê alfabêyê da heye. Bo nimûne :
1. Ji bo tîpên : w, o, u, û, tenê yek tîpa wawa erebî heye.
2. Ji bo tîpên : î , ê, y, dîsan yek nîşane wate yaya erebî heye.
3. Ji bo tîpên: „e“ û „ h „ tenê haya erebî heye.
4. Gelek tîpên wê rênivîsê di nav peyvan da bi çendîn şêweyan têne nîşandanê. Bo nimûne di despêka peyvê da bi curekî, di nîveka wê da bi cureke dî û di kutayê da jî bi cureke dîtir têne nivîsînê, ku ev hinda karê fêrkirin û fêrbûnê pirr dijwar dike.
5. Lê ji hemûyê giringtir li vê rênivîsê da nîşaneyek ji bo dengdêreke here giring a zimanê kurdî, wate : i , yê tuneye. Eva kêmatîyek pirr mezin e ji bo vê rênivîsê. Lewra hîç raderek (mesderek/infinitivek) kurdî tuneye, ku ev dengdêra tê da nebe. Ca bêy vê dengdêrê em nikarin peyvên zimanê kurdî bi durustî binivîsin.
Ev hemû kêmatîyana dibin hegera wê hindê, ku em nikaribin bi vê rênivîsê zimanê xo baş û bêy hele û çewtî binivîsin û bixûnin.
Em bizivirrin ser rênivîsa kurdî latînî.
Wekî hûn hemû dizanin, ku ev alfabêya latînî ku roja îro em pê dinivîsin, xudanê 31 tîpan û pevdengekî ye. Lê hindek kêmasîyên wê jî hene. Lewra ku di nav van 31 tîpana da heşt tîpên cêvî jî hene, ku ji wan ra tîpên qelew jî dibêjin, ew jî birîtîne ji :
(‘Ç - ‘H- ‘K- ‘L- ‘P- ‘R- ‘T- ‘X,)
Ji van heşt tîpana tîpên « ‘H- ‘T- ‘X, » ji zimanê erebî ra ketine nav zimanê me. Em dikarin dev ji wan berdin.
Tîpa « ‘L » ya qelew di zaravê Soranî da heye, di kurmancî da tune ye. Dimîne çar tîpên « ‘Ç, ‘R, ‘P, ‘K » ji van çar tîpana jî hejmara peyvên ku bi « ‘ç » û « ‘P « yên qelew di kurmancî da hene, hem pirr kêm in û hem jî hebûna wan wateya peyvan naguhorre. Mirov dikare bi sanahî dev ji wan jî berde. Wate devjêberdana wan çi kêmasîyê nake nav zimanê nivîskîyê kurdî da. Dimîne her du tîpên « ‘k » û « rr » yên qelew. Encam û akama lêkolînên salan daye binecîkirin û peytandinê ku hebûna van her du tîpana di zimanê nivîskî da pêdivî ye. Lewra ku bi sedan peyv bi van her du tîpana li zimanê me da hene. Gelek peyv hene ku eger mirov di wan da van her du tîpana destnîşan neke, wateyên wan têne guhorrînê û gelek cîyan da şaşîyên mezin çê dikin.
Bi vê dîtinê ji bo kurmancî yê em dikarin tenê du tîpên « ‘k » û « rr » yên qelew zêde bikin.
Ez pêşnîyaz dikim ku ji bo nîşandana tîpa « ‘k » ya qelew tenê bêhnokek li ser hevalcêvîya wê bête dananê û « rr » ya qelew jî bi du rêyan bête nivîsînê. Lê di destpêka peyvan da rê ya qelew jî bi yek rê yê tenê tê nivîsînê.
Lê li ser pevdeng wate dîphtonga kurdî dixwazim dîtina xo ragehînim. Difhtonga kurdî tenê li hindek devokan da maye. Wate giştî nîne. Roja îro di axiftinên rojane da kêm kes evê dîftongê bi kar dibe. Peyvên weke: xwe, xwarin, xwastin, xwandin, xweş… li nav pişkek zor ji kurdan da weha têne rabêj dikin: xo, xarin, xastin, xandin, xaş/xoş, … wate pişka here zora kurdan evê pevdengê bi kar nabin.
Ew kesên ku mamostatîya zimanê kurdî kirine dizaninê ku fêrkirin û fêrbûna vê pevdengê çend dijwar e. Min bixwe çend salan mamostatîya zimanê kurdî kirîye. Ez dikarim bi dilnîyayî bêjim ku ji sedî nodê şagirdên min çi kurd û çi bîhanî li rabêjkirina vê pevdenga kurdî da serneketine.
Roja îro her kes tê dikoşe ku zimanê xo sanahîtir bike û pirsgirêkên wî bi şêweyek zanistî ji holê ra ke. Ji bo wê hindê ez pêşnîyaz dikim ku em evê pevdengê ji nav nivîsara kurdî rakin.
Ev pevdenga li zimanê farsî da jî hebûye, lê roja îro hîç farsek ewê pevdengê bi kar nabe. Ev pevdanga tenê li sê, çar peyvên farsî da maye û ew jî ne bi rabêjkirin, belkû tenê di nivîsînê da maye.
Çend têbînîyên dî:
1. Ez bixo li ser wê bawerê me, ku debê li nivîsîna kurdî da reh û rîşeya peyvê bête parastinê. Ew hizra ku dibêje; dengdêra „î“ li pêş tîpa „y“ da nayê bilêvkirin, çewt e û dibe hegera wê hindê ku peyv ji binêşeya xo dûr bikeve. Em nikarin li cîhê Xanî, Cizîrî, Feqî da bêjin yan binivîsin: Xani, Cizîri, Feqi…
2. Li her kîteyek peyva zimanê kurdî da debê dengdêrek hebe. Eve dengdêr in ku hejmara kîteyan nîşan didin. Bo nimûne peyva „debistan“ ji sê kîteyan pêk tê, lewra sê dengdêr tê da hene. Lê hindek kes vê hindê raçav nakin û peyvên kurdî yên weke silav, sipas, sitiran/istiran, sikala, bira, birin…bêy dengdêra yekem dinivîsin, ku hele ye.
3. Li bara navên tîpan da jî hê me li hev nekirîye. Hindek kes weke turkan tîpên kurdî bi nav dikin û dibêjin: be, ce, re, se… Ev rabêj û binavkirina jî durust nîne. Em kurd tîpan weha binav dikin. A, bê, cê, çê, dê, rê, sê, şê…Û evê rabêjê di folklora me da jî reng vedaye.
Têbiniya Diyarnameyê: Nivîs çawa ji me re hatiye bi vî awayî hatiye weşandin. Me dest nedaye nivîsê.
***
Nivîseke din a Perwîzê Cîhanî ya ku berê di Diyarnameyê de hatibû weşandin:
- Em peyvên ku di ferhengên kurdî de nîn in diweşînin


