Wezîrêt êþa zirav
Ebdulhemîdê Bamerrnî
Van rojên bihurî, hêja wezîrê karubarêt derve yê komara Îraq a Fîdral li Tirkîyê pêkhatinekî pirr bi tirs îmze kir. Ew li hevhatin a li navber a du dewlet ên ji Kevin de heyanê nuke dojminahîyeke dijwar û pirr bi xûn digel millet ê Kurd kirîye û hêna jî dikin.
Tirkîye a navdare bi dojminî a xwe a dijwar û bê hedar (sebir) bi merre, ew dewlete a li salêt sîha û ber jêrde bi seda hizarê mirovê Kurd û Ermenî kujtîn û her dem pêkul kirîye tovê Kurda bibirîne.
Tirkîye ewe a bizava kurdewarî û kurdînî li hindurrê xwe bi deha sala dest hefkênay û ezê bê xiþim ku têgehiþtî ên Kurd çîrokên derdeserî ên Tirka bi serê Kurda anîn, teva miþuta wan a tijeye, çi kêm çi miþe, xwandevana jî pêzanînêt baþ li vî delîvey hene.
Hindîke dewleta Îraqê a nwîye her ji salêt destpêka avakirin a wê a li ser kelexêt (leþê mirovê kujtî) Kurda hatiye avakirin, gelek kaxezên bawerdarîye (wesa`îq) ên tok (xetim) kirîn û sozên dayîn ku heqê Kurda bidetê belê pa tevê wan ê berba bûyîn.
Þûna Îraqa nwî heqê Kurda jêrre bide, pirr malwêranî û derdeserî nîþakî Kurda dan, her ji helawîstina Þêx Ebdulselamê Barzanî ta di gehîte Þêx Osmanî, Loqmanî, Ubeydulahî û Canemerg bûna Îdrîsê Barzanî û berzekirina pêtirî heþt hizar Barzanîya û darrêtina barana kîmyayî liser Helebçê û Enfalên 1988 ê, carna jî zarro û pîr û can ê di þikeftande þewitandîn, ne ji bo tiþtekî, belê tinê ji ber ku Kurd bûne.
Li piþtî berxwedan a bihara 1991 ê a Kurdên jêrya Kurdistanê û pêvehatina wan ku ji xwe re cihekî ji destê dojminê xwe derbêxin û piþtî helbijartinên 19/5/1992 an Kurd, çi baþ çi bi kêm û kasîve, karîbûn ji xwe re rêveberîyeke Kurdî çêkin û ji bin kênca Kurdxorê Bexda bêneder û di nav devera azadkirî a ji layê hevsozanve hatiyeparastin perlemanê xwe danin.
Me dît çawa Tirkîye, Îran û Suriyê têkhatin û têkçûn û berrkêt xwe birne berêk û heta evro jî her carubara kumbunên xwe diken, da bi karibin bizava rizgarî xwaza Kurdî nehêlin an jî ji bin kênca wan ne derkevît.
Îraqa piþtî 2003 ê jî ku Kurda bi hemi þiyanêt xweve giranya xwe daniye ser, em van heyama ê bi çavê serê xwe dibînîn, ku bi serkêþî ya þagirdê bawerdarî ya bilind ya xwe li ber destê seydayekê Kurd wergirtî, pîyêt me ê li Kerkuk, Xaneqîn û Mendelî û Mûsilê yêt kirîne di nav zikê me re.
Her ew kabiraye jî yê ku wezîrê berrevanî û navxweyî yên Îraqê hinartîye Enqere û pêkhatina kêm kirina destkeftî û senga siyasî ya me pejinî. Hêj pêtir paþgirê Seddamî; Nurî Seddam Elmalikî ê pêkuleke mezin dike ji boy ku Kurda bihêlîte biser û situyê êk û duve û careka dî tovê xwe kujyê di nav me de biçînîteve, nuke xirpêna wîye yê civatên piþtevaniyê li deverêt bikirr û bikêþ liser hey çêdiket û hêj pêtir heke biþêt dê li nav tuxîbêt hikumeta deverê jî çêket. Kabira gelek ê bi rawestana serokê deverê digel berokê Kurdewariyê tingijî û pê ne xweþ bû, her wekî ê pê ne xweþe ku heqê Kurda ê di desturê de hatî pejirandin û minêkare wî destkeftî yê qanunî jî ji Kurda bistînît.
Tirkî a pêvenehatî bi tupizê xwe serê partî ya karkerêt Kurdistanê bi çemînît, herwesa jî ne þiyay serokê deverê jî bi xapînît û ji berjewend a kurdewarîyê veket û dît jî heke biçe serî ewê dever bibe sitiryek di binê pê wêrre. Hejî nivîsînêye dem û cih ne di berjewenda Tirka de ye, da ku þerrekê dirêj beramberî HPG ê bi dum biken.
Van dewleta jî, serburrekê bi mifa bo wan, ê di gel me hey, ew jî ewe, em baþ êk û du bo dojminê xwe diber dest û pêya vedideyn û ew bi xwe jî qenc dizanin, dema þerr li navbera me û wan be, ew bi me nikarin.
Ji ber egerêt jurî û berçav wergirtina çend egerekêt bi çîrr û ji derveyî. Xwe bi ser Kurdêt jêriya welêt ve berda û di vêt serokê deverê bixapînin û bikêþne nav çeperê Kurd kujyê û ew tinê welê di Karin serketinekê bi dest bêxin.
Berdevkekî (Na`îb) Kurd li Bexda gut; wezîrên Ereb, wezîrê derve ku kurde û hedamê nivîsîngeha siyasî a (P:D:K) xapandîye, belê pa min ne bawere tiþkî welê hebe.
Li pey hevhatin ( kironolojî ) a rwîdana, xapandinê qebîl na ke û rê dide meriv hindek hizir ên ku ne li xweþî a mirovî tên, bike. Hêja demekê dirêj biser þikestina Tirka ve ne derbaz bûye û dinyayê hemê dît, çi lo gef û gorrêt Tirka çar qorîþ li bazarrê siyaseta sitratîjîk ne înan û ser þurr vegerryane wan axwîrêt jê hatîn. Wezîrê karubarêt jiderve evro jî ya dîtî ka çawa Tirkîya gondêt devera Qendîlî ê biserikda înayin.
Rijêma Suryê jî van roja 24 Kurd yêt werpêçayne ber singe dadgeha leþkerî a dîmeþqê û dîmahî ya wan jî hêja ê wezîr dizanît çiye! Hêj ziringêna dengê canemergêt yarîgeha Qamîþlo ji gohêt deykêt canemerga ne derketîye.
Hindî Îrane jî berdewam lê digerryêt ku rêka bibînît ka dê çawa karît, metreqekê li me bidet tama sala 1975 ê li 6 ê adarê bi devê me bêxît, belê bi rengekî ku her bi wê bikeyne kenî û ji melayêt bomba bi serê me de diken, mêhvandarya çêkeyn li wan roja ewên ew jî Kurda dikujin û neçar diken ji gond û warêt xwe birrevin.
Belê heke mirov pîçekê paþda, bo demê giriftarî ya Tirkî û Kurda li dest pêka sala burî, bi zivrrîte ve, di Kurdistanê de sê baskên siyasî bînît:
1_ Baskê þerrkera ên joryê Kurdistanê bi serkêþî ya Partî ya Karkerên Kurdistanê (PKK). Wan xwe di hizaze yê Qendîlî de asê kiribû û berrevanî jî ji xwe dikir, ew berrevanî jî ya man û ne manê ye/bû. Ya fere (giringe) mirov bêjît jî evana çend cara delîvê danûsitandinê ê daye Tirka da arêþe bi tenahî û rêyêt siyasî bêteçarekirin, belê mixabin (dewleta Tirkî a Dîmokratî!) Qêrrê (zift) helandîye gohêt xwe û berovajî agirbesta ji alyê Kurda ve ya çûy, mirin a firotîye Kurda. Nwîtirîn agirbesta karkera ew bû ewa piþtî serketina dîrokî a þerrê Qendîlî biser hew (hicum) a Erdoxan_ Biyukanitî de biser ketîn û Tameka dî daye Dîrokê. Ew agirbest a xweþ mêra bû, ewên di serketinêde dixwazin arêþe bi aþitî û tenahî bêneçarekirin.
2_ Baskê serokwezîrê hikumeta deverê û serkomarê Fidral û wezîrê karubarêt jiderve ê hikumeta Fîdral, gelku berek û gomtilek têkdihelingivtin û serê gotnê û binê gotnê bes wan digût Karker terorîstin, bêy rojekê heta rojekê biwêrin navê Hemasê an Hîzbullahê li piþt koçik û tenîra bînin.
3_ Baskê serokê deverê, ewê berhevî ya xwe diyar kirî ku di gel Tirka bicengît heke bêne nav axa jêrîya Kurdistanê, ji vê rawestana serokê deverê careka dî xwîn di leþê Kurdewaryê gerrya û xelk berhingarî leþkerê Tirkî bûn û wenekir qorîçkeka xweþyê di gewrî ya wan de biçîte xwarê. Ya fere dîsave bêtenivîsîn ku serokê deverê yê berhev ne bû, bêjît; Karker terorîstin. Her dixazt arêþe bi rêkêt siyasî û tena bêteçarekirin.
Eve jî ew wezîrin:
1_ Wezîrê karubarêt jiderve yê Hikumeta Fîdral:
Mirov neþêt bidete ber hizra xwe, çawa wezîrekê ku cihê baweryê ji partî ya xwe wergirtî da wezareta karubarêt jiderve birrêve bibet eve tev li ber cava ne bûn. Herwesa çawa wî tiþtek îmzakir,yê ku bêy wî hatibîte çêkirin. Ew dikarî xwe ji wê Îmzeyê bidete paþ, bi mehane ya, di berhevkirin a wêda pirs bi wî ne hatyekirin û da ya baþtir bît heke wî gutiba bila wezîrê þulejêhey (moxtes) vê Pêkhatinê tok (xetim) ket.
2_ Wezîrê taþandinê (terbîyet) yê hikumeta deverê:
Ev wezîre jî hostayê vebirandina Ezmanê Kurdîye û divêt hemi Kurd diser poza xwe re Soranî bixwînin, hêjayê wezîr piþtevanê soranîkirna Kurmancîyê ye, dixaze Kurda bêxîte luka duyê û dixazît jî kurmancîaxêv bibine xizmetkerêt soranîaxêva. Bi fermana vî wezîrî Ezmanê Kurdî ê hatiye sutin.
3_ Wezîrê Hwîkirina bilind û lêgerryana zanînê yê hikumeta deverê:
Ev wezîre ê hatîye sipartin da destekekê çêket bi nave desteka Ezmanê êkgirtî li devera Kurdistanê, seyday pêtirî ji 95% ê ya wê destekê þovînîzmêt soranekan yêt kirîne têde, da li dîmahyê bi kiryarek a dimokratî ya verrêja wê pêþwext kerkirî, bi bêjin pêtirya zanayêt Ezmanê Kurdî baþ dibînin ku soranî Ezmanê sitanderd bît, çinkî ewa navê wê Kurrî Zanyarî Kurd tinê du heta sê jê Kurdin ,ên dî hemi soranekanin.
4_ Wezîrê avakirnê yê hikumeta deverê:
Ev hêjaye jî serê xeberî binê xeberî, minêkarê hindêye ku Kurda ji Kurdistanê bikete derê, hêj çi ne rwîday evî digut ; Em dê karkera ji vêrê keyne derê, bila ji nik me biçin, xo tu dibêjî Kurdistan Kirtê (male) wîye û yê ne çîte zibara wî dê jê kete derê û rahêlîtê da bo mirnê rateqînît. Baþe ma ne partî ya tejî vehewyaya rojhelatê Kurdistanê bû ?
Baþe ma heke eve ,bo vana biçîte serî, ma kî dêþêt baweryê bo xelkekî çêket ku berokê Kurda dê sitwîr mînît û na zirav bît û hemberî hêza dewletêt Kurdistan dagirtî dê xwe girît û na þikêt?
Ma kî dibêjît ku Kurd û sora dê bi hevsengî û hindî êk bin bi hijmara Berdevka, di wê Kongira milletî ewa dibêjin ku serokê deverê dixazît li Heblêrê bo Kurdêt her çar parçêt Kurdistanê girêdet, dê peyv di kongirê de bi Kurdî bin yan soranî, çinkî berpirsêt hikumeta deverê li Heblêrê na bît bi Kurmancî baxêvin?
Baþe ma heke berpirsêt hikumeta deverê ew bin, yêt rahêlne karkera, ma hevdijya pilanêt siyasî yêt serokê deverê na ken? Ma serokê deverê dê pêvehêt husa xelkekî gazîkete Kurdistanê yê ku wezîrê avakirnê bivêt ew ne hêne wêrê? Êk ji wan partîya jî, êke ji hersê partî yên mezinên Kurdistanê û bêy berhev bûna wê çi kongire na bi serkevin, her wekî wan kongirêt milletî ewêt li Ewropayê hatîne kirin û serketin bi çavêt serê xwe jî ne dîtî?
Baþe ma ew nivîsîngeha sê qolî (Emrîkî_Tirkî_Îraqî) Kurda na berdete êk û ew þerrê Tirk neþyayin biken, Kurd ji pêjve biken û ew tinê Bo xwe pê bikenin û bibêjin; Bila êk û du bikujin, ferqa seyê reþ û seyê sipî nine.
Baþe ma heke verrêja wê pêkhatinê Kurd pê bênekujtin, ma ne pêdvîye wî wezîrî jî biben danine bi rex Elî Kîmyayî ve, çinkî bê hêve û wêve dê gelek gondêt jêrya Kurdistanê pê hêne herrifandin û jar û belingaz vi ber bomba Kevin.
Baþe ma em dê çawa þêyn bêjîn me siyaseteka Kurdî ya hey, êk ji me bivêt Kongira milletî çêket û yê dî jî pêkhatina liser milletî îmzaket?
29/01/2009
Nivîsên Ebdulhemîd Bamerrnî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Kî bi ser ket?
- Barak Obama
- Dengên demê zwî (2)
- Dilbera Min
- Hîvyadera, xwelya sera
- Dengên demê zwî (1)
- Dengên demê zwî
- Li Duhokê nexweþketin qedexeye!
- Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!? (2)
- Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!?
-
Têbiniya Diyarnameyê: Me dest nedaye zimanê nivîskêr û awayê nivîsandina wî ya bi zaravayê Behdînî.