Diyarname
Wezîra fransaz, nivîskar û siyasetmedar Marlene Schiappa ji bo kovara etorîk Playboyê derket pêş kamerayê. Fotoyên wê di hejmara avrêlê ya Playboyê de hatin belavkirin. Û li ser vê yeke di meclisê de bû sedema nîqaşan.
Wezîr Schiappa ligel fotoyan, di hevpeyvîna ku 12 rûpel girtiye de li ser mafên jinan û mafên LGBTÎ'yan axiviye.
Wezîra fransiz ji sala 2017'an ve di nav hikumetê de ye û wezîr e. Dema nû bû wezîr wekî Wezîra Wekheviya Cinsan hat peywirdar kirin. Wê demê ji bo derxistina zagonek xebitî û bi vê zagonê mêrên ku li kuçeyan, yan li cihek din jinek tacîz bikira di cih de dihatin cezakirin. Niha ew Wezîra Aboriya Sosyal û Piştgirîyê û Jiyana Weqfan e.
Kovara vê mehê ya Playboyê 6'ê mehê tê belavkirin. Wezîr ji niha de bû sedema nîqaşan.
Serokwezîra Fransazê Elisabeth Borne ev foto bi gotina "Ne guncan in" nirxandiye lê berevajî wê, Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin gotiye, "Ew jineke bi karakter e. Ez dixwazim bêjim ew siyasetmedareke dilpola ye. Ez hurmetê nîşanê rewşa wê ya ne li gor min e didim."
Wezîr Schiappa jî bi ser hesabê xwe yê twitterê re wisa got, "Ev dîmen li xweşa kevinperest û dirûyan biçe jî neçe jî li Fransayê jin azad in."
Li aliyê din wê gotiye ku jin çawa bixwazin dikarin bedenê xwe bi vî awayî bidin xebatê.



