Diyarname
Ji bo alîkariya Rojava, bi taybetî ji bo Kobanî li ber îskeleya Kadikoya Stenbolê HDP'ya Kadikoy standek vekir. Di standên de ji nexşên bi destan hatine çêkirin, heta hin cure pirtûkan gelek tişt têne firotin. Stand heta Cejna Remezanê dê vekirî be û pereyên ku ji wir bêne bi dest xistin ji bo Rojava dê bêne şandin.
Her wiha li her bajarî bang hate kirin ku kurd fitre û zekatên xwe ji bo alîkariya Rojava ji bo saziyên eleqedar bişînin. Yên bixwazin dikarin bi navçeyên HDP/DBP'ê re bikevin nav têkiliyê.